Ji Kongreya PKK'ê ya dîrokî -3

'Peyama berxwedêran ji serî heta binî bi têgihiştina Apogerî, bi îradeya polayî rapêçayî bû…'

Yên ku êşên şer dikşînin, bi destên xwe bedenên ciwan, hevalên xwe yên hêja dispêrin axa sar, helbet hestên kûr û cuda dijîn. Germahî û hesasiyeta hevaltiyê di hemû axaftin, mîmîk û helwestên wan de tê hîskirin. Ev hevalên mijara gotinê, bi taybet di pênc salên dawî de bûne şahidê şehadeta bi sedan fedaiyên Apoger. Ji bo wê jî ji her kesî zêdetir dixwazin şer bisekine, êdî şehadet nebin; lê ji her kesî zêdetir êşa şer û windahiyên ciwan û giran jî dîtine. Ji bo wê jî ger ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nebe, Kurd nikaribin di çarçoveya destûra bingehîn de mafên siyasetê bi dest bixin, bêteredut dikarin biçin şehadetê.

Yek ji wan fermanderên ciwan wiha axivî: “Ez piştî komployê ji bo Rêber Apo tevlî têkoşînê bûm. Me soz daye ku em bi awayekî fîzîkî Rêber Apo azad bikin. Heta ku ev pêk neyê em ne çek deynin ne jî dibêjin kesî ‘çek deynin’.”

Gerîla hemû şikeftan weke tunêlên şer, bi nav dikin. Lê niha li cihên weke Zap, Metîna û Xakûrkê, şerekî germ li ber gelek tunêlên şer heye. Hinek delegeyên kongreyê, ji tunêlên şer ên ku 24 saetan şer û pevçûn, berxwedan lê heye, dihatin. Hevaleke jin a ku ji wan tunêlan dihat nirxandineke balkêş kir û got; “Berê Komara Tirkiyeyê dema ku Kurd dikuştin bi vê yekê wesfê xwe dida, li ber kamerayan ev dikir. Lê niha ji ber ku bi awayekî nemerdane û li gorî hiqûqa şer sûc dike, bi awayekî veşartî hewl dide hevalên me şehîd bike…” Heman gerîlayê peyama berxwedêrên tunêlan jî parve kir: “Niha dijmin li ber deriyê hin tunêlên me banga ‘teslîmiyetê’ li hevalên me dike. Hevalên jin jî li ser bêtêlê bersiv dabûn wan, dixwazim vê peyamê bixwînim: “Hûn bi hemû derfetên xwe êrîş dikin, encam nagirin, sûcên şer dikin. Di vî şerê bêedalet de hûn qûrban in, tên banga teslimiyetê li me dikin. Em ê li ber xwe bidin. Em Şervanên Azadiyê ne…” Peyama berxwedêran ji serî heta binî bi têgihiştina Apogerî, bi îradeya polayî rapêçayî bû…

Bi gelemperî delegeyên axivîn tevan bi cewherî nirxandinên wekhev dikirin. Ton û uslûba hin fermandaran gelekî tûj û hişk bû. Carinan ji ber wê salon ‘dicemidî’.

Fermandarekî gerîla jî asta bilindbûna fedaîtî û zîrekbûna gerîla nirxand û wiha berdewam kir: “Tunêlên şer, ev hêz û îradeya berxwedanê daye me; asta me ya pisporiyê, jêhatîbûna gerîla têrê dike ku em heta bi dilê Enqereyê biçin û wan tarûmar bikin. Ger ku dewleta Tirk bixwaze me û gelê me bixapîne, li gel ku em naxwazin û ne bijarteka me ya yekemîn e jî, weke Rêber Apo gotî, “Yê ku dikeve zeryayê, xwe li mar wer dike.” Lewma em jî dikarin van teklîf û hewldanên ji me re tên binirxînin…”

Gerîlayeke kevin, di nirxandina xwe de bal kişand ser polîtîkbûna civaka Kurd û got; “Ez bawer im wê gelê me di pêşerojê de jî li têkoşîna xwe xwedî derkeve û wê tu valatî dernekeve holê.” Bi vî awayî peywir, rol û mîsyona dikeve ser welatparêzan jî diyar kir.

Ji delegeyan gerîlayekî ciwan, pêşniyarek kir. Li gel ku di xalên rojevê de cihê pêşniyaran tunebû jî ji ber ku destûr xwest, M. Karayilan got; “Me meraq kir, ka bêje.” Pêşniyar wiha bû: “Em xaleke taybet li ser biryaran zêde bikin. Di şexsê Şehîd Alî Haydar Kaytan (Fûat) û Riza Altûn de ji hemû şehîdên qehreman, Rêber Apo û kadroyên PKK'ê yên pêşeng re, ji ber ku şans û derfeta têkoşîneke wiha û jiyaneke birûmet dane me, em spas dikin.” Di serî de dîvan hemû hevalan ev pêşniyar bi kêfxweşî pêşwazî kirin, lê dîvana kongreyê ev û tu pêşniyarên din nexistin dengdanê.

Di axaftina girtinê de, M. Karayilan weke ku rasterast xîtabî civaka Tirk û rayedarên dewleta Tirk bike diaxivî: “Em dixwazin weke sê ciwanên hêja Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan biratiya gelan pêk were…Ji bo çareserî pêk were PKK xwe fesix dike. Divê Komara Tirkiyeyê jî siyaseta xwe biguherîne…

Di encamê de biryarên Rêber Apo xwestî derketin. Di serî de M. Karayilan, hemû delege xwedî fikrekî wiha bûn: Tişta pêwîst bû em bikin me kir; êdî dora gavavêtinên mezin a dewleta Tirk e. Jixwe ji bo wê jî M. Karayilan wiha axivî: “Heval di mijara fesixê de îkna ne, lê qismek heval di guhertina rêbaza têkoşînê de ne îkna ne.” Dema wisa got, gelek delegeyan bi serê xwe ew erê kirin. Karayilan got, “Me di vê têkoşînê de 35 hezar kadro-mîlîtan şehîd dan, 85 ji wan hevalan Endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê ne, 10 hezar jî welatparêz şehîd dan.” Bingeha şer û pevçûnê jî weke ku niha jî gelekî tê nîqaşkirin, bi Lozanê ve girê da û got, “Bi lîstikên xwe tovê jahrî kirin nav civakên sedsalan e bi hev re dijiyan” û diyarkir ku di esasê xwe de ne Kurd ne jî Tirk di wir de hebûn. Ji bo zemînê baweriyê çêbike jî bang li dewleta Tirk kir ku di zemînê siyasî û hûqûqî de gavên pêwîst bavêje.

Li gel ku PKK'ê xwe fesix kir û dawî li rêbaza têkoşîna çekdarî hat anîn jî, min tu kes bêmoral û xemgîn nedît. Sirê vê jî ew hêz û baweriya ji Rêber Apo hatî girtin bû. Ji ber ku me destûr negirtibû, min nekarî di destpêkê de binivîsim, lê Rêber Apo cewherê Rapora Polîtîk a Kongreya 12’emîn jî şandibû kongreyê û ev dubare dubare hatibû xwendin û nîqaşkirin. Rêber Apo cewherê Rapora Polîtîk di bin heft serenavan de amadekiribû:  

XWEZA Û WATE
XWEZAYA CIVAKÎ Û PIRSGIRÊK
DI CIVAKA DÎROKÎ DE DUALÎTEYA DEWLET Û KOMÛNÊ
MODERNÎTE
RASTIYA KURD Û KURDÎSTANÊ
PKK Û FESIX
PERSPEKTÎFÊN JI BO DEMA NÛ

Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo kongreyê şandî de, gotibû “Sosyalîzma Dewlet-neteweyî Dibe Têkçûnê, Sosyalîzma Civaka Demokratîk Dibe Serfiraziyê.” Beriya 30 salî jî wiha gotibû û vê sloganê jî cihekî taybet di kongreyê de girtibû: “Di Sosyalîzmê De Israr, Di Mirovbûnê De Israr E!” Vê sloganê helwest û karakterê PKK'ê yên ku 52 sal in hate parastin û gurkirin, careke din raxist ber çavan. Di peyama xwe ya herî dawî de Rêber Apo heman slogan bi vî awayî nivîsîbû: “Di Mirovbûnê De Israr, Di Sosyalîzmê De Israr e!” Yanî di esasê xwe de di cewherê xeta Rêber Apo de tu guhertin tine ye! Tişta ku Rêber Apo îro dibêje, ji gelek aliyan ve, di gava xwe ya destpêkê de jî diyar kiribû, di têkoşîna xwe ya 52 salan de jî her tim dubare dubare anîbû ziman. Helbet niha hin amûr û rêbazê biguherin, lê heman felsefe hê xurtir, xweşiktir, dewlemendtir û kûrtir tê birêxistinkirin.

Ji bo wê jî fesix û bidawîanîna rêbaza çekdarî, ne dawiyek bû, destpêkeke nû ye. Lewra Rêber Apo bi rapora xwe ya polîtîk, bingeheke xwe jinûveafirandinê ya xurt danî. Hêz, moral, kelecan û baweriya vê jî di çavên hemû delegeyan de dixuya.

Piştî vê kongreya dîrokî, weke ku em kom bûn, dîsa di bin venêrîn, dîsîplîn û serweriya gerîla de; li gel dorpêça PDK’ê, rêgiriya dewleta Iraqê; dengê tank, top û teqemeniyan em vegeriyan cihên xwe…