Zeytûnên Efrînê di rojeva Swîsreyê de ye: Tirkiye talan dike!

Parlemeterê Swîsreyî Gûhl Bernahrd, talankirina zeytûnên Efrînê û firotina Spanyayê bire rojeva Parlementoya Swîsreyê.

Gûhl li dijî talana zeytûnan bang li Konseya Federal kir, bal kişand ku li ber çavê her cîhanê dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Nerazîbûnên li dijî talana dewleta Tirk û çeteyên wê ya hema piştî dagirkirina Efrînê û bi talankirina Zeytûnên Efrînê re dehateke mezin ji bo xwe tîne. Parlemeterê Partiya Bûrjûva-Demokrat (BD) ê Parlementoya Netewî yê Swîsre Bernhard Gûlh têkildarî mijarê hem ji bo parlementoya netewî ya Swîsre û hem jî ji bo Konseya Federal a Swîsreyê pêşnûme pirsek ku bibersivîne pêşkêş kir.

‘DEWLETA TIRK ZEYTÛNAN TALAN DIKE’

Parlementer Gûlh di pêşnûme pirsa xwe de got: “Pereyên zeytûnên li Efrînê tê dizîn ji bo kê diçin?” bal kişand ser vê yekê û got: “Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, hem ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hem jî ji aliyê milîsên destek dikev ve tên talankirin. Zetûnên tên dizîn, wê bê fiortina Spanya, ha wê bê firotin.”

Gûhl daxwaz ji Parlementoya Netewî û Konseya Federal kir ku bersiva van pirsan bide:

“Dizîna zeytûnên li Efrînê di qada hiqûqa navneteweyî de çawa tên nirxandin?

Konseya Federal li dijî vê diziyê ketiye tevgerê?

Konseya Federal, bi deh milyon Eûro pereyê ji van zeytûnên tên dizîn ji bo li xwediyê wan ên rastî bê parvekirin , çi dike?

‘WEZÎRÊ KARÊ DERVE JI NÊZ VE DIŞPOPÎNE’

Konseya Federal a bi gotinî bersiva pêşnûme pirsa Parlementer Gûlh da, diyar kir ku Wezareta Karê Derve mijarê ji nêz ve dişopîne.

‘PIRSÊN LI BENDA BERSIVÊ’

Piştî vê bersivê Parlementer Bernhard Gûhl têkildarî mijarê pêşnûme pirsekî duyemîn pêşkêşî Parlementoya Netewî kir. Gûlh di pêşnûme pirsê de bibîr xist ku Konseya Federal mijarê ji nêz ve dişopîne û got: “Konseya Federal a mijarê ji nêz ve dişopîne neçare ku bersiva van pirsan jî bide”

Pirsên li benda bersivê ne jî wiha ne:

“Di sala 2018’an de çend ton zeytûn hatin berhevkirin?

Piştî çinîna zeytûnan, zeytûn bi kû ve hatin şandin û li kû hatin çêkirin?

Berhemên ji van zeytûnan hatine çêkirin, ji bo kîşan welatan hatin şandin?

Dahata ji zeytûnên Efrînê hatin berhevkirin çiqas e, ji vê dahatê kê feyde stend?

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatine parvekirin, yekîneyên dewleta Tirk li Efrînê gelek darên zeytûnê birîne. Heta îro çend darên zeytûnê hatine birîn û hê jî ev rewş dom dike an ne?

Tirkiye 20’ê Çileya 2018’an Efrîn dagir kir û hê jî li wir in. Swîsre çima ji bo Tirkiye dawî li vê dagirkeriyê bîne tiştekî nake?

Tirkiye ji bo Efrîn bike parçeyeke ji xaka xwe li wir bingehekê çêdike. Swîsre ji bo Tirkiye Efrînê neke parçeyek ji xaka xwe çi dike?

Tê gotin ku Tirkiye xwe amade dike ji bo êrîşî Kurdên li Sûriyeyê bike, çima Swîsre di astekî cidî de têkildarî vê mijarê Erdogan hişyar nake?”