Stêrk Kobanê: YPJ hêzeke tolhildanê ye

Fermandara YPJ'ê Stêrk Kobanê li ser salvegera damezrandina YPJ'ê axivî û destnîşan kir, jinên ku DAÎŞ têk birin wê dagirkerên ku êrişê dibin ser destketiyan jî têk bibin.

Fermandariya YPJ'ê Stêrk Kobanê got, "Jinên li nava refên YPJ'ê ji aliyê çandî, hunerî, jiyanî, leşkerî û siyasî ve bi her awayî dikarin bi rola xwe rabin."

Fermandara YJP'ê Stêrk Kobanê têkildarî salvegera damezrandina YPJ'ê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku jinên YPJ'î şopdar û parêzvanên mîrateya jinan hemûyan e yên ji bo azadiyê têdikoşin.

Stêrk Kobanê got, "Bêguman wateyeke xwe ya mezin heye ku YPJ di 4'ê Nîsanê de hate ragihandin. Ji ber ku rojbûna Rêber Apo ye, ev ji bo me gelekî girîng e." Kobanê işaret bi girîngiya avabûna YPJ'ê ji bo jinan jî kir.

Stêrk Kobanê bi bîr xist ku jin di herikîna dîrokê de timî tevlî şer bûye, bi roleke girîng rabûne û got, "Lê belê gelekî girîng e ku jin bi felsefeya Rêber Apo bûn artêş û bi hezaran jin tevlî nava vê artêşê bûn. Ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo jinên Ereb, Suryan, Ermen û hemû jinên ji bo azadiyê têdikoşin gelekî girîng e."

'YPJ NE TENÊ HÊZEKE ÇEKDAR E'

Kobanê diyar kir ku têkoşîna jinên YPJ'î bandoreke gelekî mezin li civakê dike û wiha dewam kir: "Bi taybetî bandor li civakên Kurd û Ereb, bi giştî jî bandor li civakên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kir. Lê belê nabe ku em YPJ'ê tenê weke hêzeke leşkerî bibînin. Ji ber ku li gorî felsefeya Rêber Apo ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji her alî ve ji bo guhertina zîhniyeta ku jinê weke meta dibîne, têdikoşin. Ragihandina YPJ'ê di 4'ê Nîsanê de ji bo me gelekî girîng e. Ji bo em hêjayî vê rojê bin têkoşîna me dewam dike."

Stêrk Kobanê destnîşan kir ku YPJ hêzeke tolhildanê ye û li dijî terora çete ya dijminê civakan û bêexlaq DAÎŞ'ê, sekna jinên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen xwedî girîngiyeke mezin e.

Kobanê diyar kir ku ji bo hilanîna tola jinên Şengal, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wê têkoşîna xwe her tim mezin bikin û got, "Tevlîbûna jinan li nava refên YPJ'ê destpêkê pêwendiya xwe bi netewe û gel ve hebû. Metirsiyeke mezin li ser gel û xakê hebû. Tevlîbûna jinan li nava refên YPJ'ê di heman demê de refleksek neteweyî bû, destnîşankirina ruhê welatparêziyê bû."

Ji bo sedema duyemîn jî Stêrk Kobanê diyar kir ku li dijî êrişên komkujiyê yên ji bo tunekirina nasname, dîrok, hebûna gelê Kurd jin ji bo parastina hebûna gelê xwe tevlî nava YPJ'ê bûn.

Stêrk Kobanê ragihand ku parastina gelan ne tenê bi çekê, her wiha bi fikrî jî tê kirin û got, "Tevlîbûna li nava refên YPJ'ê di heman demê de tê wateya hilgirtina mîsyona xwedîderketinê. Jinên cihê xwe di nava YPJ'ê de digirin ji aliyê çandî, hunerî, jiyanî, leşkerî û siyasî ve bi her awayî dikarin bi rola xwe rabin."

'ASTA HEYÎ YA JINAN XURTBÛNA MEŞA AZADIYÊ YA RÊBER APO YE'

Kobanê destnîşan kir ku jin xwedî li nasnameya xwe derdikeve, paşeroja welat û xaka xwe misoger dike, bi vê armancê têdikoşe û got, "Asta ku jinan van salan xwe gihande, ne tenê bandor li jinan kir, her wiha bandor li civaka Kurd jî kir. Civaka Kurd a ku berê jin pîroz didît, dem bi dem bi bandora zîhniyeta hêzên serwer dest bi rakirina vê pîrozmendiyê kir û ber bi tarîtiyê ve çû. Li dijî vê yekê jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo tarîtiya li ser fîzîk, fikrî û jiyanî ya jinê ji holê hate rakirin. Asta ku jin gihîştiye, hevrêtiya bi Rêber Apo re, xurtbûna meşa azadiyê ya bi Rêber Apo re ye."

Stêrk Kobanê anî ziman, bi rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re berxwedan û têkoşîna jinê wê mezintir bibe, xurtir bibe û wiha dewam kir, "Jin çawa ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan, şer kirin, li kêleka hevrêyên xwe yên YPG'î cih girtin, mînakên mezin ên lehengiyê afirandin, şehîd bûn.

Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan, Dayika Eqîde, Îslan û gelek jin ji bo azadiyê têkoşiyan. Jinên ku DAÎŞ têk birin bi şer û têkoşîna xwe wê li dijî dewleta Tirk û hêzên ku ev xak dagir kirine têbikoşin. Çawa ku me xaka xwe ji DAÎŞ'ê rizgar kir, bi heman rengî em ê li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk, têkoşîneke hîn bi xurtî bimeşînin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî azad bikin. Soza me ya li Rêberê me û şehîdên me wiha ye. YPJ li mîrateya jinan a ku pêşengiyê ji têkoşîna jinên cîhanê xwedî derdikeve."