SOHR’ê sûcên li Efrînê belge kir

SOHR’ê sûcên çeteyên dewleta Tirk a li Efrînê belge kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) têkildarî sûcên li herêma Efrînê ya dagirkirî raporek belav kir û têde diyar dike ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker rojane binpêkirinên cûr bi cûr li dijî şêniyên herêmê pêk tînin.

Li gorî SOHR`ê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker di meha Adarê de zêdetirî 21 sivîl ku 7 ji wan jin in, li bajarê Efrînê, navçeyên Mabata, Cindirêsê, Şêrawa û Racoyê revandine û hîna çarenûsa 14 kesan ne diyar e.

Li gorî agahiyên SOHR`ê belge kirî, sûcên çeteyan li dijî şêniyên Efrînê ne tenê ji aliyê “Artêşa Nîştimanî” ve pêk tên, lê belê ji aliyê meclîs û desteyên sivîl ve jî tên kirin.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ji SOHR`ê re ragihand ku meclîsên herêmî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker biryarek derxistiye û li gorî wê hemû belgeyên wekaletê yên hikûmeta Şamê dane koçberên Efrînê yên li herêmên hikumeta Şamê tên rawestandin (ku li gorî wan belgeyan mafê xizmên şêniyên li derve heye ku milkên wan bi rê ve bibin).

Ew meclîs li şêniyan ferz dikin ku belgeyên wan ên wekaletê ji Tirkiyê yan welatên Ewropayê derkevin da ku bên pejirandin. Bi vê biryarê re, xizmên koçberên Efrînê dê nikaribin milkên xizmên xwe bi rê ve bibin û dê hemû milkên şêniyên bi darê zorê koçber bûne, di bin kontrola wan meclisan de bin.

Her wiha çeteyên koma “Siqûr Şam” a girêdayî dagirkeriya Tirk li gundê Qizilbaş ê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê, zêdetirî 400 darên zeytûnan ên şêniyekî birîn.

Li aliyekî din, nivîsgeha aboriyê ya girêdayî çeteyên “Sûltan Mûrad” nêzî 60 zeviyên zeytûnan ên şêniyên herêmê yên li herêma Meydankê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, desteser kirin.

Li navçeya Şiyê jî, çeteyên “Furqeya Suleyman Şam  El-Emşat” gelek erdên çandiniyê yên li rex hev ku yên şêniyên herêmê ne, desteser kirin.

SOHR`ê di dawiya rapora xwe de wiha got: “Diyar e ku rêzebinpêkirinên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de wê ranewestin. Ev komên çeteyan hemû urf û rêgezên navneteweyî yên mafên mirovan binpê dikin, bêyî ku pêşî li sûc û binpêkirinên wan ên li dijî gelê Sûriyê li wan herêman were girtin.”