SKY News, planên Tirkiye ya li ser sînor nivîsand

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi pere di roja 14’an de rastî berxwedaneke mezin tê, plana desthilata AKP’ê ya ku li gundekê amade kirî ji aliyê çapemeniya cîhanê ve hate nivîsandin.

Di malpera înternetê ya SKY News, di nûçeya xwe ya bi sernavê “Operasyona Çiqê Zeytûnê: Êrîşên artêşa Tirk weke serkeftî tê nîşandan” de, çavdêriyên rojnamevanên rojên borî çûbûn gundê Soran hate destgirtin.

Di nûçeya têde operasyona serkeftî tê nîşandan de, hat diyar kirku zarokên ku alên OSO û dewleta Tirk di destê wan de nîşanî rojnamevanan hatibûn kirin. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku gel weke di nava coşê û festîvalê de li hev kom kiribûn û ber bi cihekê ve dibirin hatibû nîşandan, li gel alan wêneyên Erdogan ên hatibû daliqandin bal kişand.

EV DU HEFTE DERBAS BÛ GOTIN ME ‘GIRT’ HÊ ÇIYAYÊ BUSEYA NEHATIYE NÎŞANDAN

Di nûçeya SKY Newsê de yek ji nuqteya din a girîng ew bû ku plana Tirkiye ya ku amade kirî bi gotina me ‘girt’ li şûna cihên girîng ên xistine dest tenê nîşandan wî gundî bû. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Operasyona Çiqê Zeytûnê ‘Zeytin Dalı’ dikeve hefteya xwe ya duyemîn, rayedarên hikûmeta Tirk ên li gel me tevger dikir, di mijara nîşandana ‘Çiyayê Buseya’ de ku dibêjin me girtiye bi fikar bûn.”

Di nûçeyê de, hate bibîrxistin ku çûyîna rojnamevanan a gunekî ku bi kêlometreya ji çiyayê stratejîk ku digotin me girtiye şok derbas kirin.

Her wiha di nûçeyê de hate gotin ku di çapemeniya Tirk de ku tê gotin şervaneke yê YPG’ê ye êşkence lê tê kirin û rûyê wî di nava xwînê de ye.