Nasnameya 2 şehîdan hate eşkerekirin
HPG'ê şehîd Ozgur û Besê bi bîr anî û got, "Heta nefesa xwe ya dawî bi rengekî fedaî şer kirin û cihê xwe di dîroka me ya bi rûmet de girtin."
HPG'ê şehîd Ozgur û Besê bi bîr anî û got, "Heta nefesa xwe ya dawî bi rengekî fedaî şer kirin û cihê xwe di dîroka me ya bi rûmet de girtin."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Fedaiyên bijarte yên xeta milîtaniya Apoyî hevrêyên me Ozgur û Besê di 21'ê Çileya 2025'an de di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bûn.
Hevrêyên me Ozgur û Besê di demekê de ku êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeran ên ji bo tinekirina nirxên civakî yên pîroz ên gelê me zêde bûn, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn û heta roja ku şehîd bibin, bi rengekî fedaî şer kirin. Hevrêyên me li ser xeta PKK-PAJK'ê bêteredût meşiyan, ji dil baweriya xwe bi Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ya Rêber Apo anîn, ji xwe re kirin esas ku vê îdeolojiyê bixin meriyetê û ala têkoşînê ya ku hevrêyên xwe yên şehîd wergirtî bi rengekî hêja hildan. Hevrêyên me Ozgur û Besê ku esasên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pejirandin û profesyonel bûn, ji bo gelê me yê bindest bibe xwedî paşerojeke azad bêrawesetandin têkoşiyan û bi vê sekna xwe bûn mînak ji ciwanên Kurd ên bi rûmet re, bûn milîtanên jin ên pêşeng. Li herêmên Zap û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku şer lê giran bû, hevrêyên me bi wêrekî û biryardarî têkoşiyan, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kirin û cihê xwe di dîroka me ya bi rûmet de girtin. Weke hevrêyên wan em soza xwe dubare dikin ku dilsozê têkoşîna hevrê Ozgur û Besê bin û xeyalên wan pêk bînin.
Bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me Ozgur û Besê yên ku bi lehengî şer kirin û şehîd bûn û serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe dubare dikin ku xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin û armancên wan bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnama hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Ozgur Erdal |
|
Nasnav: Besê Devran Çiya |
OZGUR ERDAL
Hevrêya me Ozgur li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û nirxên cewherî yên civakî timî lê zindî ye. Bi saya welatparêziya malbata xwe û hişmendiya Kurdîtiyê, hîn di temenekî zû de ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hez kir, bû xwedî sempatiyê. Her ku li dibistanên sîstemê zextên dijmin ên ji mejiyê tekperest dît, hîn bêhtir xwedî li ziman û nasnaemay xwe derket. Li gel temenê xwe yê biçûk timî bala xwe li ser bûyerên civakî û derdorê bû. Rastiya jinê ya ku li nava çar dîwaran hate asêkirin û jiyaneke bi rengê koletiyê lê tê ferzkirin, bû sedem ku hevrêya me bikeve nava lêpirsînên kûr. Jiyan û têkoşîna gerîlayên YJA Starê ku bandor li her kesî dikir, ji bo hevrêya me Ozgur jî bû nîşaneya jiyaneke nû. Her ku jiyana gerîla, têkoşîna gerîla bi taybetî jî îradeya xurt a gerîlayên jin dît, xeta berxwedanê ya ku jiyana xwe di oxira wê de feda bike, li pêşberî xwe dît. Di vê pêvajoyê de hevrêya me Ozgur gelekî eleqe nîşanî felsefeya jiyanê ya Rêber Apo da û bû xwedî wê derfetê ku têkoşîna me hîn ji nêz ve nas bike.
Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo qirkirinê êrîş bir ser gelê me, hevrêya me Ozgur bêyî teredût bike ji bo parastina nirxên gelê me yên bi îradeyeke mezin hatin afirandin, li refên herî pêş cih girt. Hevrêya me Ozgur ku şahidî ji her kêliya Şoreşa Azadiyê ya Rojava re kir û li gelek eniyên cuda bêrawestandin şer kir, bû parçeyek ji şoreşê. Di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de hevrêya me birîndar bû, lê bi hêzeke mezin a îradeyê zû bi ser xwe ve hat û careke din berê xwe da eniya şer. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk û kedkar di dilê hevrêyên xwe hemûyan de cih girt. Rastiya gelekî ku li hemberî êrîşên qirkirinê xwe parast û di nava rastiya şer de xwe ji nû ve afirand, kelecan û hêzeke mezin da hevrêya me Ozgur. Hevrêya me Ozgur 3 salan li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dijminê mirovahiyê şer kir, azadkirina her bihosta xaka Kurdistanê kir armanca xwe ya bingehîn. Hevrêya me di vê pêvajoyê de kûrbûnên xwe zêde kir û sala 2015'an biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe.
Bi tecrûbeya şer û jiyanê ya li qada şer wergirtî, li çiyayên Kurdistanê zehmetî nekişand ku hîn bibe. Hevrêya me Ozgur bi eşq û daxwazeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû. Di demeke kurt de li gel şert û mercên zehmet gihîşt wê asta têrker ku hemû wezîfeyan bi ser bixîne. Bi rêya perwerdeya wergirtî hem li qada leşkerî hem jî li qada îdeolojîk bû xwedî kûrahiyeke mezin û ji bo derbasî qadên pratîkê bibe timî israr kir. Hevrêya me Ozgur bû yek ji wan hevrêyên me ku Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ya Rêber Apo di kesayetiya xwe de bi cih bike û derbasî nava jiyanê bike. Li gel temenê xwe yê ciwan jî bi kûrahiya xwe ya îdeolojîk û pisporiya xwe ya ji aliyê taktîkên leşkerî ve di demeke kurt de derkete pêş û weke milîtaneke jin a ciwan a Apoyî wezîfeyên pêşengiyê bi rengekî hêjayî bi cih anî. Hevrêya me bîranînên hevrêyên xwe yên ku li gel hev têkoşiyan û şehîd bûn ji xwe re kir rêber û her tim hewl da dilsozê bîranîna şehîdan be. Li her qada ku lê cih girt, bi pratîka xwe di xeta jinê ya azad de bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû û bû milîtaneke YJA Starê ya serketî. Ji bo hîn bêhtir tevlî bibe û derbên mezin li dijmin bixe timî di nava kûrbûnê de bû. Armanca wê ya ji bo bibe şopdareke hevrê Şehîd Zîlan kir ku tevlî nava karên Hêzên Taybet bibe. Hevrêya me Ozgur baş zanîbû ku fedaîtî di detayên jiyanê de veşartî ye û bala xwe da ser her detayê, kesayewtiya xwe jî di vê çarçoveyê de ji nû ve afirand. Parêznameyên Rêbertî û avabûna artêşa jinê ji qadên bingehîn ên kûrbûnê yên hevrêya me Ozgur bû. Hevrêya me Ozgur tevlî gelek karên stratejîk bû û li qada ku lê kar kir, ji bo serxistina kar bê dawî ked da. Bi tespîta, 'Rêbertî û jiyan ji hev cuda nînin, ji ber ku rastiya Rêbertî temsîliyeta rastiya jiyanê ye. Di gerdûnê de mafê jiyanê ji her zindî re hatiye dayin. Lê belê hin zindî demkurt bijîn jî vê jiyana xwe ya demkurt bi rengekî azad dijîn. Di gerdûnê de armanca her tiştî heye' nirxandinên xwe yên li ser Rêbertî û jiyanê bi şênberî raxist pêş çavan. Hevrêya me her kêliya jiyana xwe xist bin xizmeta partiya me, derbasî qadên ji şerê giran bû û ji bo karibe mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne gelekî hewl da. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku demeke dirêj lê pratîk kir, bû yek ji wan hevrêyên me ku bersiva destpêkê da êrîşên dagirkeriyê. Hevrêya me Ozgur tevlî gelek operasyonên şoreşgerî bû, ji bo derbên giran li dagirkeran bixe gelekî ked da. Di nava tîmên li qadê yên nîv bi tevger de pratîkeke bi bandor nîşan da û taktîkên gerîlatiyê yên profesyonel bi serketî xist meriyetê. Bi pisporiya xwe ya di taktîkên demê de, bi hevrêtiya xwe ya kûr, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê û bi kesayetiya xwe ya berê xwe da serketinê, bû milîtaneke YJA Starê ya serketî.
Hevrêya me Ozgur di her şert û mercî de îdeeolojiya Apoyî parast, bi kesayetyia xwe ya kedkar û pratîkê bû milîtaneke fedaî ya Apoyî ya mînak. Weke hevrêyên wê em ê ala têkoşînê ya ku radestî me kiriye bi ser bixînin û soza vê yekê didin.
BESÊ DEVRAN ÇIYA
Hevrêya me Besê li bajarê welatparêzî û berxwedêriyê yê Serhedê li nava malbateke dilsozê kevneşopî û çanda Kurdîtiyê ji dayik bû. Ji ber ku li nava malbateke welê mezin bû ku li hemberî êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin asta xwe ya hişmendiyê bilind bû, karîbû cewhera xwe biparêze û di tevahiya jiyana xwe de kete nava lêgerîn û hewldaneke bi vî rengî. Hevrêya me Besê ku nakokî û lêpirsînên wê yên li ser jiyanê zû destpê kirin, ji bo bibe xwedî jiyaneke bi wate li bersiva li van nakokiyan geriya. Bi taybetî rastiya êrîşên qirker ên li ser gel, her wiha xisara li ser kesayetiyan a ji ber vê yekê, di heman demê de statuya koletiyê ya bi hezaran sal in li jinê tê ferzkirin, bû rojeva bingehîn a kûrbûna hevrêya me Besê. Hevrêya me ku pê hesiya peydakirina bersiva li pirsên ewçend giran zehmet e, fêhm kir ku divê qadeke têkoşînê ya li gorî vê peyda bike. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû û ji derdora wê ya nêz tevlîbûn li nava refên gerîla hatibû kirin, hevrêya me derfet dît ku partiya me PKK'ê heta astekê nas bike û fikirî ku nakokiyên xwe bi felsefeya Rêber Apo dikare ji holê rake. Hevrêya me ku li ser nirxandin û parêznameyên Rêbertî kûr bû li Wanê dema ku diçû zanîngehê tevlî nava karên ciwanên şoreşger û welatparêz bû, derfet dît ku ya xwend û fêhm kir bixe pratîkê. Di vî karî de li gel ku şens dît ku rastiya têkoşîna me hîn bêhtir nas bike û bibe xwedî pratîkeke serektî, anî ziman ku bersivên têrker nedîtiye. Ji ber vê yekê jî lêgerînên xwe dewam kir û piştî ku fêhm kir bersiva lê digere di nava jiyana azad de ye, hewl da xwe bigihîne vê yekê. Hevrêya me baweriya xwe pê anî ku ev yek tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla, bi qutbûna ji jiyana sexte ya sîstema kapîtalîst dikare pêk were û piştî ku çeteyan êrîşî Kobanê kirin biryara xwe da. Hem ji bo parastina gelê xwe, hem ji bo misogerkirina azadiyê hem jî derîvekirina li jiyana azad di sala 2015'an de hevrêya me Besê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû û firsend dît ku herdu armancên xwe pêk bîne.
Hevrêya me Besê bi perwerdeyên destpêkê re di demeke kurt de bi jiyana gerîla û çiyê re bû yek, xwest demek beriya demekê derbasî qadên ji şerê giran bibe û wezîfeyên demê bi cih bîne. Hevrêya me ku ji bo vê israr kir, zanîbû ku ji bo pêkanîna vê armanca xwe divê hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe. Li ser vê bingehê di serî de hunera şer a gerîla di gelek mijaran de xwe bi pêş ve bir, bi keda xwe bû xwe afirand. Hevrêya me li her qada ku lê ma li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê û bi kedeke hîn mezin xwest bibe bersiv ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Besê ku li çiyayên Kurdistanê derfetê jiyana azad dît, ji bo hêjayî şehîdên me yên leheng bibe ku ev jiyan bi berdêlên giran afirandin û hêjayî Rêber Apo bibe, gihîşt wê encamê ku divê têkoşîna xwe hîn mezin bike. Hevrêya me têgihişt ku dilsozî tenê bi vî rengî dibe û li ser vê bingehê xwest tevlî nava karên Hêzên Taybet bibe. Di sala 2016'an de piştî ku xizmê wê yê hêz hevrêyê me Dewran - Serhat Akpolat li Geverê çalakiya fedaî kir û şehîd bû, ev yek ji bo hevrêya me Besê bû hincetek ku vê daxwaza xwe pêk bîne. Di heman demê de dewamkirina sîstema tecrîdê ya li ser Rêberê me û şehadetên di pêvajoya şer de, bûn sedemên diyarker ji bo tevlî nava karên Hêzên Taybet bibe.
Hevrêya me Besê di bin sîwana Hêzên Taybet de bi perwerdeya wergirtî xwe li ser pîvanên fedaîtiyê perwerde kir, têgihişt ku fedaîtî ew e ku xwe bi temamî bike gorî jiyana azad a gelê xwe û di lêgerîna heqîqetê de xwe kûr bike. Zanîbû ku bi hevrêyên xwe dikare xwe bigihîne armanca vê rêwîtiya pîroz û têgihişt ku divê yekbûneke ruhî bi hevrêyên xwe hemûyan re dîne. Hevrêya me fêhm kir ku ji bo vê jî divê her hevrêyekê/î hîs bike, ev jî bi kedê dikare bê afirandin. Hevrêya me Besê baş zanîbû ku têkiliyên hevrêtiya pîroz a partiya me PKK'ê bi berdêlên giran hatiye afirandin, bi sekn, tevlîbûn û fedakariya xwe her roj ev nirx xwedî kir, mezin kir. Bi zanebûna ku hevrêtî di heman demê de hevpariya hestewariyê ye, bi vî rengî pirên hestewarî bi her hevrêyên xwe re ava kir. Ji ber vê yekê jî hevrêya me Besê di dilê hemû hevrêyên xwe de bi keda xwe bû xwedî cihekî taybet. Hevrêya me Besê xwest kûrbûna xwe derbasî pratîkê bike û bi vî rengî mezin bike.
Li ser vê bingehê ji sala 2022'an û pê ve xwest bibe bersiv ji êrîşên dijmin ên li ser Herêma Şehîd Delîl û bi israr xwest derbasî vê qada şerê giran bibe. Li vê derê manewiyata kûr a ku hevrêyên şehîd di kesayetiya wê de afirand, veguherand hêrs û hêza tolhildanê û xwest, derseke dîrokî bide dijmin. Hevrêya me Besê ku gihîşt vê armanca xwe, tevlî her qadên şer bû. Ji amadekarî û karên binesaziyê heta bi çêkirina tunelan û piştre jî çalakiyan, di her astê de hêz da berxwedanê û bi tevlîbûna xwe bû milîtaneke mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêya me Besê bi duristî, sadebûn û fedakariya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de, bi zelalî û biryardariya xwe ya di armancê de, pîvanên milîtaniya pêşeng a partiya me PKK-PAJK'ê di kesayetiya xwe de bi rengekî hêja temsîl kir û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka lehengiyê ya gelê me de girt. Hevrêya me Besê bi rengekî fedaî şer kir û şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku xeyalên wê yên azadiyê teqez pêk bînin."