Sema Yuce li Qamişloyê hate bîranîn

Kongreya Star li kantona Qamişloyê di salvegera 24'emîn a şehadeta wê de şehîd Sema Yuce bi bîr anî.

Sema Yuce ku 21'ê Adara 1998'an li girtîgeheke dewleta Tirk agir berda bedena xwe û di 17'ê Hezîrana heman salê de şehîd bû, li Rojavayê Kurdistanê hate bîranîn.

Ji bo bîranîna şehîd Sema, Kongreya Star îro li navenda xwe ya li navçeya Amûdê semînerek li dar xist.

Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên Kongra Star û endamên navendên sivîl ên navçeyê tev li semînerê bûn. Endama Kongreya Star a navçeyê Nûra Hisên nameya şehîd Sema Yuce xwend.

Endama Kongreya Star Mira Zoro jî anî ziman ku şehîd Sema Yuce li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker, agir berda bedena xwe û gihaşt asta şehadetê. Di dawiyê de Mira Zoro li dijî êrişan banga xurtkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan kir.

ÇILAXA

Bi heman armancê, Kongreya Star li navçeya Çilaxayê jî semînerek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl ên Çilaxa û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên navçeyê tev li semînerê bûn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Emanî Şêx û endama rêveber a Kongreya Star a Çilaxa Bêrîvan Şaristan nameya şehîd Sema Yuce bi zimanên kurdî û erebî xwend.

Di nameyê de kurtejiyana şehîd Sema Yuce, rêwîtiya wê ya di nav refên tevgera rizgariyê û redkirina siyaseta dewleta Tirk a dagirker hate destnîşankirin.

Semîner bi sloganên "Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana jina azad" bi dawî bû.