Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Selûm: Elûş şehîdê têkoşîna azadiyê ye

Cenazeyê Hevserokê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê Meclîsa Sivîl a Reqa û endamê Buroya Têkiliyên Karê Derve yê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Umer Elûş ê îro li mala xwe ya Girê Spî mirî hate dîtîn, gihişte Kobanê.

Cenazeyê endamê Buroya Têkiliyên Karê Derve yê MSD’ê li Kobanê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin. Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm ê li vir axivî got: “Umer Elûş şehîdê têkoşîna azadiyê ye.”

Cenazeyê Hevserokê Komîteya Têkiliyên Karê Derve yê Meclîsa Sivîl a Reqa û endamê Buroya Têkiliyên Karê Derve yê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Umer Elûş ê îro li mala xwe ya Girê Spî mirî hate dîtîn, gihişte Kobanê.

Dema ku cenazeyê şehîd Umer Elûş gihîşt bajarê Kobanê, Mensûr Selûm axivî û wiha got: ʺUmer Elûş di oxira parastina mirovahî û demokrasiyê de bedelên giran dan.ʺ Selûm di berdewama axaftina xwe wiha got, ʺUmer Elûş tu cûdahî nedixist navbera gelên Kurd û Ereb. Wî projeya jiyana hevbeş ku tevahî gelan digire nav xwe, diparast. Ev kiryarên tirsonek tu carî hêza me lawaz nakin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û projeya demokratîk a gelê Sûriyê pêk bînin. Em soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna hêviyên wan didin. Umer Elûş şehîdê azadiyê ye, ji ber ku wî ji bo serkeftina projeya Federaliya Demokratîk bedelên giran dan.ʺ

Cenazeyê Elûş wê sibe li Şehîdgeha Şehîd Dicle ya Kobanê bê veşartin.