Sema Begdaş: Wê PYNK xwediyê helwesta neteweyî be

Berdevka PYD’ê Sema Begdaş derbarê PYNK’ê axivî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 25 partiyan pêk tê. Begdaş got ku, “Ji bo ku tifaqên li dijî Kurdan pêk neyê, em ê ji bo yekîtiya neteweyî têbikoşin.”

Li Rojava ev ji zû ve ye di navbera PYD û ENKS’ê de hevdîtinên ji bo yekîtiyê didome. Duh êvarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25 partî û saziyan bi deklarasyoneke hevpar diyar kirin ku ew di bin sîwana Partiyên Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (PYNK) hatine ba hev.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser esasê înîsîyatîfa Fermandariya Giştî ya QSD’ê ew ji bo helwesta hevpar a yekîtiya neteweyî hatine ba hev.

Bi înîsîyatîfa QSD’ê bi hewldana dîplomatên DYE û Fransayê partiyên din rexne li PYD û ENKS’ê digirtin ku ‘yekîtiya neteweyî di nava du partiyan de pêk nayê.’

Berdevka PYD’ê Selma Begdaş ji ajansa me re qala armanca avakirina PYNK’ê kir.

‘PYNK WÊ XWEDIYÊ HELWESTA NETEWEYÎ BE’

Begdaş diyar kir ku PYNK ji niha û şûnde ji bo hevdîtinên li ser yekîtiya neteweyî wê nûneran diyar bike û bi helwesteke hevpar tevbigere. Begdaş got ku, “PYNK wê di hemû hevdîtinên neteweyî û navneteweyî de wê gazî nûneran bike û bi helwesteke hevpar a neteweyî wê tevlî van hevdîtinan bibe. Wê nûnerên xwe jî bi hev re diyar bikin. Dibe ku 4,5 an jî 7 kes be.”

YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KU WÊ TU KES LI DERVEYÎ WÊ NEMÎNE

Begdaş diyar kir ku bi ENKS’ê re jî hin hevdîtin hatine kirin û got, “Yekîtiya neteweyî daxwaza hevpar a civakê ye. Divê ev daxwaz bi cih were. Nabe ku ev tişt di navbera du partiyan de were nîqaşkirin. Divê hemû beşên civakî û partiyên siyasî karibin tevlî hevdîtinên yekîtiya neteweyî bibin. Em PYD nêzikatiya me wisa ye. Divê hevkariya herî berfireh pêk were. Dîrok tecrubeyên tehl nîşanî me dide. Ji ber vê jî divê tu kes li derveyî vî tiştî nemîne.”

‘JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE BIXEBITIN’

Berdevka PYD’ê Sema Begdaş got ku, “Ji serê şoreşê ve em PYD xwedî projeyê bûn. Bingeha van projeyan jî yekîtiya neteweyî bû. Em careke din dixwazin diyar bikin ku ji bo yekîtiya neteweyî em amade ne, hemû peywirên xwe pêk bînin. Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin. Ji bo ku Kurd parçe nebin û tifaqên li dijî Kurdan pêk neyê, werin em bi hev re ji bo yekîtiya neteweyî têbikoşin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.”