Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres ê ku bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser bûyerên li Efrîn û Rojhilatê Gutayê diqewimin, banga biryara agirbestê ya ku Konseya Ewlekariya NY’yê ya li Sûriyeyê bê pêkanîn li aliyên şer dikim.
‘BÛYERÊN LI EFRÎNÊ DIQEWIMIN MIN DIXE NAVA FIKARAN’
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres got: “Ji ber êrîşên li Efrîn û Rojhilatê Gutayê, welatiyên ji van herêman koç dikin rû bi rûyên şer û neçariyê ne, ev bûyer min pir dixe nava fikaran.” Guterres diyar kir ku nepêkanîna biryara agirbestê ew pê pir êşandiye û xistiye nava fikaran.
Guterres bang li hemû aliyên şer kir ku li gorî hiqûqa navnetewî ya mafê mirovan bikeve nava tevgerê û got : “Veguhestina welatiyên sivîl ên li herêmên şer ji bo bi ewle û li gorî hiqûqa mafê mirovan a navneteweyî pêk were, divê bi her awayî li gorî hiqûqa navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê.”
‘EZ Ê BANG LI NY’YÊ BIKIM KU GAVÊN ŞÊNBER BAVÊJIN’
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres, diyar kir ku ji bo dawî li vê trajediya tê jiyîn bi dawî bibe wê bang li Konseya Ewlekariya NY’yê bike û wiha got: “NY û hevkarên wê, ji bo alîkarî bide herkesê muhtac, bi temamî hate seferberkirin. Ji bo NY’yê li her qadê bi ewlehî û bê astengî alîkarî dide her kesê bang li her kesê dikim.
BANGA DAWÎKIRINA ŞER
Guterres ê ji bo her kes li gorî biryara agirbesta ku ji aliyê Konseya Ewlekariya NY’yê ve hatiye girtin tev bigere bang kir û wiha pêde çû: “Ji bo parastina sivîlên li Sûriye, bidawîkirina trajediya mirovî, ji bo aramkirina herêmên şer lê dom dike û ji bo bi temamî sedemê şer bê gotûbêjkirin, divê bi lezgînî gavê pêwîst bên avêtin.