Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo îro merasîmek ji 3 şervanên QSD`ê re ku di dem û cihên cuda di bersivdayîna êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûn li Goristana şehîd Delîl Sarûxan li darxist.
Di merasîma şehîdan Elî Elî (Elî Qamişlo) di 1`ê Mijdara 2019`an li gundê Mehmûdiyê ya girêdayî bajarokê Til Temir di bombebarana Tirkiyê de şehîd bû, herdu şervanên YPG`ê Dilbirîn Mihemed (Dilbirîn) di 4`ê Kanûna 2014`an li gundê Hesîniyê ya girêdayî navçeya Til Hemîs şehîd bû û Mezlûm Remedan (Mezlûm) di 4`ê Kanûnê li navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo di têkbirina êrÎşên çeteyên DAIŞ`ê şehîd bû, sedan şêniyan û hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen amade bûn.
Di merasîman de Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen axivî û sersaxî ji malbatên hersê şehîdan re xwest û wiha got: "Armanca li pişt planên êrişênTirkiyê li dijî gelê herêmê, ji bo qirkirina gelê me ye."
Hesen wiha dewam kir: "Gelê Kurd ne tenê ji bo azadiya xwe têdikoşe, ew ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe, agirê azadiyê li Kurdistanê li dijî zilmê pê ket û gelê Kurd heta serkeftinê gavekê paşve nakişe."
Hesen da xuya kirin ku ji destpêka damezrandina Partiya Yekitiya Demokratîk rastî êrÎşan tê û wiha domand: "5 hevalên me bi komployan hatin qetilkirin, da ku gelê Kurd bê rêxistin be, lê piştî şoreşa Rojava gelê me îsbat kir ku tekoşîna dimeşîne hemû komlo pûç kirin." Her wiha Hesen destnîşan kir ku tekoşîna li dijî dijmin didome û baweriya wan bi berxwedan, tekoşîn û îradeya gelê herêmê di têkbirina dagirker de, heye.
Hesen diyar kir ku cîhan desteka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji ber ew xwedî projeya demokratîk in û bi xaka xwe ve girêdayî ne û got: "Ev rêya me ber bi serkeftinê ye, divê kes nefikire ku em ê tawîzan ji destkeftiyên ku bi saya şehîdan pêk hatin, deyînin."
Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Refîn Şêxmûs wesîqeta hersê şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Di dawiya merasîma şehîdan de kurê apê şehîd Elî Qamişlo Tolhildan Qamişlo axivî û diyar kir ku şehîd Elî ne şehîdê yekemîn ê malbatê ye, ew dibe şehîdê sêyemîn ê malbatê û wiha got: "Sedan malbatên mîna me hene, di vî şerî de dirûşmeya me li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne mirin an jî serkeftinê, dirûşmeya me serkeftin an serkeftin e."