Saziyên Cizîrê: Bi Berxwedana Serdemê em ê Federasyona Demokratîk ava bikin

Sazî û rêxistinên ji herêma Cizîrê çûn Efrînê, anîn ziman ku Berxwedana Serdemê bi teqez wê ser bikeve û wiha gotin: “Çawa bi berxwedana Kobanê me Rêveberiya Xweser ava kir, em ê bi Berxwedana Serdemê ve sîstema Federasyona Demokratîk ava bikin.

Meclîsa Dada Civakî, Yekîtiya Parêzeran, Wexfa Jinên Azad, Akademiya Civaka Demokratîk û Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şidetê ya Jinan a Sara ku ji Herêma Cizîrê ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê çûn Efrînê îro li Efrînê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk aramî, biratiya gelan, jiyana hevpar û projeya demokrasiyê dike hedef, destnîşan kir ku li dijî êrîşên dagirker Berxwedana Serdemê dewam dike.

Di daxuyaniya sazî û rêxistinan de ev tişt hate gotin:

ʺBerxwedana Serdemê ya li hember toraniya dewleta Tirk bi hemû hêza xwe didome. Êrîşa dagirkeriyê yên dewleta Tirk ewlehiya herêmê, biratiya gelan, jiyana hevbeş û projeya demokrasiyê dike hedef.

Piştî serkeftinên mezin ên li dijî DAIŞʹê, dest bi amadekariyên çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê hat kirin. Ev yek ne bi dilê dewleta Tirk bû, ji ber yekê berê top û balefirên xwe da gelê Efrînê û gel di komkujiyan re derbas kir. Armanca ji vê yekê têkbirina projeya Federal e. Ji bo pêkanîna vê armancê, dewleta Tirk hemû exlaq û zagonên navneteweyî binpê kirin.

Li hember êrîşên dewleta Tirk, civaka navneteweyî bêdeng e û bi vê yekê êrîşa li ser herêmê erê kir. Konseya Ewlekariyê û NY li kû derê ne gelo?.

Wê hevgirtina gel û qehremaniya şervanên azadiyê li hember êrîşên dagirkeriyê bi ser bikevin.

Em êrîşa dûrî exlaq û mirovahiyê, her wiha bêdengiya navneteweyî şermezar dikin. Banga me ji hêzên demokratîk û cîhanî re heye ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û van êrîşan rawestînin. Çawa bi berxwedana Kobanê Rêveberiya Xweser hat avakirin, wê bi Berxwedana Serdemê jî projeya Federaliya Demokratîk were avakirin.ʺ