Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê fermandar Zerdeşt û hevrêyên wî bi bîr anîn

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê, fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û hevrêyên wî Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî bi bîr anîn, ku di 15'ê Çileya 2020'î de bi êrişa hewayî ya artêşa Tirk li Şengalê şehîd bûbûn.

Koordînasyona Civaka Êzdî ya li Ewropayê, Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidyan, Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidiyan, Navenda Çanda Êzidxanê û Sîwana Meclîsên Gundiyên Êzidiyan daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wek îro beriya salekê, Fermandar Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî, di encama êrişa hêza dagirker û qirker a dewleta Tirk de, jiyana xwe ji dest dan û tevlî cangoriyên rêya Tawîsî Melek û azadiyê bûn. Em di kesayetiya wan de, hemû cangoriyên civaka Êzîdî û yên azadiyê bi bîr tînin, soza xwe ya bi girêdana doz û armancên wan re dubare dikin û dibêjin em ê Êzîdxana xweser û demokratîk ava bikin."

Di daxuyaniyê de işaret bi têkoşîna bêhempa ya fermandar Zerdeşt hate kirin û hate gotin, "Di rizgarkirina Şengalê û di dawîanina çeteyên DAÎŞ'ê ya li Şengalê û gelek qadên din, bi werekî û hêrsek mezin şer kir û tola Fermana 74'an rakir. Di avakirin, mezinkirin û perwedekirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê de, erk û berpirsyariyek sereke girt ser xwe. Wî ev berpirsyarî û erka xwe bi awayekî serketî pêk anî û YBŞ kir hezek herî pispor û qewîn ya li herêmê."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Ji bona birêxistinkirin û bihêzkirina civaka Êzîdî û ciwanên wê, di her qadê bê rawestandin ked û xebat kir. Keda wî di avakirin û bi hêzkirina Asayîşa Êzîdxanê de jî mezin bû. Fermandar Zerdeşt dixwest hêz û parastina Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ya di her milî de ava û mezin bike, da ku carek din tu hêz nikaribin ferman û qirkirinê bînin serê wê. Ji ber vê berpirsyarî û armancên wî, ew û hevrêyên xwe di 15‘ê Çileya 2020’an de bûn armanca êrişa dewleta dagirker û qirker.

Dewleta Tirk û hevalbendên wê xwestin bi tunekirina Fermandar Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengali, parastina Êzîdxanê têk bibin û bi vê yekê civaka Êzîdî bê parastin, vîn, îrade û statû bihêlin. Li ser esasî di 9‘ê Cotmeha 2020‘an de, peymana qirkirin û têkbirina civaka Êzîdî û Şengalê îmzakirin û kirin meriyetê. Li dijî peymana qirkirinê ya Hewlêr-Bexda-Enqere, gelê me ev nêzî sê meh in ku bi ruhê cangorî Zerdeştan, Mam Zekî û Mam Beşîr li ber xwe dide û di nava têkoşînek dîrokî de ye.

Bi armanca têkbirin û pûçkirina vê peymanê, ev 45 roj in ku çalakiya Konê xwedîderketina li asayîşa Şengalê, ya bi dirûşma 'Em hemû asayîş in' li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan. Civaka me ji îradeyek bi pola û biryaderiyek mezin, li destketiyên xwe û armancên cangoriyên Êzîdxan û azadiyê derdikeve û têdikoşê.

Wek ku Fermandarê mezin Fermandar Zerdeş gotî; 'Êdî Êzîdî natirsin.... Êzîdî îro birêxistinin, xwedan heza parastinê ne. Îro dayîkên me, zarokên vê civakê serê xwe rehet datînin, rehet dirazin. Çima? Êdî fedaiyên vê civakê hene, fedaiyên Tawîsî Melek hene.

Îro êdî bi hezaran Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn, Cîlo, Mam Zekî û Mam Beşîr hene. Wê êdî tu hêz nikaribe vîn û îradeya azad a vê civakê têk bibe. Bi vê vîn û îradeya ku me ji cangoriyên xwe girtî, divê em li her qadê berxwedan û têkoşînê bilind bikin û bi vê yekê siberoja civaka xwe mîsoger bikin.

Li ser vê bingehê em berxwedana civaka xwe ya dîrokî silav dikin û banga bilindkirina berxwedanê dikin. Bi taybetî jî bang li civaka xwe, Kurdistaniyan û dostên wan dikin ku, tevlî çalakiya dorveger ya konvedanê, ku ji aliyê Meclîsa Şengalê Derveyî Welêt (MŞD), li bajarê Elmanya Hannoverê ya di navbera 16 û 30‘yê Çile de tê lidarxistin bibin.

Em wek Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewropayê, di kesayetiya Mam Zekî, Fermandar Zerdeşt û Mam Beşîr de, girêdana xwe ya bi cangoriyan Êzîdxan û azadiyê û doza wan re dubare dikin û soza bicihanîn û xwedîderketina armancên wan didin civak û gelê xwe."