Sala 2023'an li Efrînê 435 kes hatin revandin

Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka salê ve ve li Efrîn a dagirkirî 435 kes revandine.

Navenda Belgekirina Sûcan ragihand ku çeteyên Artêşa Wetenî yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, di çend rojên dawîn de li herêmên cuda yên Efrînê 6 welatî revandine. 

Navendê diyar kir ku bi piranî çete bi ser malan de digirin, deriyên malan dişikînin, lêgerînê dikin, diziyê dikin û welatiyan direvînin.

Li gorî navendê, ji destpêka sala îsal ve li Efrînê 435 kes hatine revandin. Di nava wan de zarok û 180 nexweş hene û pêwîstiya wan jî bi dermankirina bilez heye.