Konferansa TekoJIN'ê bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû

Jinên ciwan ên endamên TekoJIN'ê ku ji çar aliyên Elmanyayê li Kasselê hatin cem hev, bi xwendina sosyolojiya jinê, pêvajoya siyasî û eşkerekirina encamnameyê konferansa xwe bi dawî kirin.

KONFÊRANSA TEKOJIN

Piştî axaftina vekirinê ya Konferansa TekoJIN’ê ya li bajarê Kassel ê Elmanyayê, pêvajoya siyasî û civaknasiya jinên ciwan hatin nirxandin. Konferansa ku bi beşa duyemîn dewam kir, bi hilbijartina nûnerên Elman bi dawî bû. Ji bo nûnertiya herêma Elmanyayê 9 nûner hatin hilbijartin.

Di beşa duyemîn de Zîlan Mêrdîn xebatên TekoJIN’ê yên salan e ragihand.

'ARMANCA SEREKE AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE'

Zîlan Mêrdîn got, “TekoJIN li ser şopa xwedawendên têkoşer û bi rê û rêbazên serdemê yên li dijî zilm û koletiya ku li ser jinê tê kirin, têdikoşe. Armanca sereke ya TekoJIN azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Têkoşîna xwe li ser paradîgmaya azadiya jinê plan dike û li ser vê bingehê xebatên xwe dimeşîne. Di çarçoveya armanca xwe ya pêkanîna azadiya jin û gelan de xwedî li mîrasa têkoşîna şoreşgerî û têkoşîna jinê ya cîhanê derdikeve. TekoJIN xwe ji bilindkirina têkoşînê berpirsyar dibîne û her roj zêdetir xwe li cîhanê belav dike. Li dijî çeka herî bi hêz desthilata mêr şerê taybet e. Jinan hişyar dike, perwerde dike û li dijî zilma mêr refên têkoşînê berfireh dike.”

Di konferansê de lêkolînên ji sala 2023’yan û vir ve hatin kirin bi delegeyan re hatin parvekirin.

Zîlan Mêrdîn piştî parvekirina xebatên ku hatine kirin, axaftina xwe bi pêvajoya siyasî berdewam kir. Di axaftina xwe de komîteyên TekoJIN li ku ne û di kîjan qonaxan de ne vegot.

Piştî axaftina Zîlan Mêrdîn, Xweza Aydin û Ronya Gul bi danasîna Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û xebatên wê berdewam kirin.

Di konferansê de wiha hat gotin:

“Armanca JXK’ê ew e ku di avakirina civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêber APO ve hatiye pêşxistin, cih bigire. Têkoşîna jinê ji xwe re esas digirin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin dikin. Azadiya fizîkî ya Rêber APO di navenda hemû xebatên de ye.

Bi giranî xebatên xwe li zanîngehan dikin. Xebatên mîna panel, semîner hwd. ên ku ji bo hişmendiyê dimeşîne.”

Piştî danasîna TekoJIN û JXK, konferans derbasî beşa encamnameyê bû.

Nûnerên koordînasyonê yên li Elmanyayê dixebitin hatin hilbijartin.

Piştî ku nûner hatin hilbijartin, encamname hat xwendin.

ENCAMNAME


Plansaziya di encamnameyê de wiha ye:

Li ser Rêber APO:

• TekoJIN wê azadiya fizîkî ya Rêber APO bike navenda hemû xebatên xwe.

 • Wê pêngava “Ji Rêber APO re Azadî û ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” bi rê ve bibe û di komîteya pêngavê de cih bigire.

 • TekoJIN Elmanya, ji bo pêşxistina girêdana bi îdeolojiya Rêber APO wê giraniyê bide xwendina pirtûkên û dahûrandinên Rêber APO. Bi vê armancê li her cihê ku komîteyên TekoJIN, komîn û înîsiyatîf lê hebin dê komên xwendinê bên avakirin û li cihên ku tune ne jî xebatên avakirina van koman bên kirin.

 • Di meha Cotmehê de çalakiyên hişyarkirina rastiya Rêbertî û komployê (semîner, forûm, çalakî û hwd.) bên lidarxistin.

 • Li herêmên Elmanyayê (Başûr, Bakur û Navîn) heta dawiya meha Çileyê wê atolyeyên jinên ciwan û Rêbertiyê bên lidarxistin.

Derbarê avakirin û rêxistinkirinê:

 • Xebatên avakirinê, bi taybetî jî komîn, wê weke modela jiyana kolektîf bê meşandin.

 • Ji bo jinên ciwan ên nepolîtîk cihên weser û taybet bên avakirin.

 • Hemû xebatên TekoJIN wê li ser esasê çandê bin û giranî li ser birêxistinkirina jinên ciwan ên ku beşdarî xebatên çandê bibin, bê dayîn.

 • Heta kongreya TekoJIN dê li cihên diyarkirî komîteyên TekoJIN bên avakirin, civîn û çalakiyên ji bo xebatên avakirinê berdewam bikin.

 • Heta kongreya TekoJIN dê komînên jinên ciwan li cihên diyarkirî bên avakirin.

 • Pergalek ji bo belavkirina kovarê dê were çêkirin.

 • Xebatên kooperatîfê wê destpê bikin.

• Heta dawiya salê wê li Başûrê Elmanyayê bi jinên ciwan ên Elewî re û li Bakûr û Navîn ên Elmanyayê jî bi jinên ciwan ên Êzidî re atolye bên lidarxistin.

 • Ji bo naskirin û birêxistinkirina jinên ciwan rêbazên nû û afirîner bên dîtin û ji bo vê jî xebatên nû li kolanan bên destpêkirin.

 • Weke TekoJIN, mehên Îlon û Cotmehê wê weke pêngava birêxistinkirina jinên ciwan ên xwendekar bên nirxandin.

Derbarê perwerdehiyê de:

 • Di çarçoveya pêngava "Jin Jiyan Azadî - Serbixe Azadî" de, her du mehan carekê wê li gorî hewcedarî û xweseriya qadê bi taybetî xweparastin, çand, exlaqê şoreşgerî û mijarên şerê taybet de perwerdeyî (perwerdeya malê, semîner, portre, analîza Rêbertiyê û hwd.) bên dayîn 

 • Di meha Tebaxê de dê kampa jinên ciwan bê lidarxistin.

• Li ser mijarên zayendperestî û şerê taybet, bi semînerên li ser medyaya dîjîtal û atolyeyên bi jinên ciwan û meclîsên jinan re wê çalakiyên hişyarkirinê bên organîzekirin.

 • Li qadên têkoşîna li dijî zayendperestiyê wê bi lêkolînên TCŞ’ê re panelek bê lidarxistin.

 • Akademiya JXK’ê wê payîzî vebe.

Derbarê çalakiyan de:

 • Di çalakiyên 9'ê Cotmehê, 25'ê Mijdarê, Komkujiya Parîsê, 15'ê Sibat û 8'ê Adarê de wê tevlîbûneke xurt bê organîzekirin û çalakiyên resen ên ku hêz û nasname wê derkeve pêş.

 • Piştî kongreya TekoJIN wê meşeke girseyî pêk were.

 • Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê di navbera 04-07’ê Tîrmehê de hefteyek çalakî bên lidarxistin.