BI DÎMEN

Bi hatina Cejna Qurbanê re find li ser gorên şehîdan hatin pêxistin 

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel bi boneya Cejna Qurbanê çûn serdana gorên şehîdan û find pêxistin.

FIND LI SER GORÊN ŞEHÎDAN PÊXISTIN

Bi boneya Cejna Qurbanê li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Kobanê, Heleb, Minbic, Qamişlo, Tebqa, Şehba, Hesekê, Tirbespiyê, goristanên şehîdan hatin ziyaretkirin.

MINBIC

 

QAMIŞLO

 

DÊRIK

 

KOBANÊ

Bi hatina Cejna Qurbanê re bi sedan ji malbatên şehîdan ên Kantona Firatê serdana gorên zarok û şehîdên xwe kirin. Malbatan find li ser gorên şehîdan pêxistin û şehîd li ser gora xwe hat bi bîranîn.
Girseya gel ku li Goristana Şehîd Dicle li hev kom bûn, find pêxistin û cejna hev pîroz kirin.

Piştî deqeyekê rêzigirtinê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Eyno axivî û diyar kir ku ew bi saya şehîdên xwe gihîştine vê astê. Mihemed Eyno anî ziman ku ew ê heta dawiyê jî xwedî li mîraseya şehîdan derkevin û got ku heta avakirina jiyana azad wê xeta wan bişopînin.
Piştî axaftinê find li ser gorê şehîdan hatin pêxistin.