Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Silêman Yûsif hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Silêman Yûsif El Ebdullah yê 13’ê Hezîranê de li Qamişlo şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Silêman Yûsif El Ebdullah yê 13’ê Hezîranê de li Qamişlo şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin. Bi hezaran kes tevlî merasîmê veşartinê bûn.

Girseya gel cenazeyê şehîd Silêman ji pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a li Taxa Enteriyê wergirt û bi dirûşma "Şehîd namirin" ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ket. Li goristanê merasîmeke hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma El Casim axivî û got: “Silêman ji bo parastina gelê xwe tê koşiya heta gihaşt asta şehadetê. Em gel ji şer û rijandina xwînê hez nakin, lê em zilmê jî qebûl nakin. Dema kesek hewl bide destdirêjî azadî û rûmeta me bike, hingî em ê bersivê bidin."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero jî anî ziman ku wekî Hêzên Asayîşê dê nehêlin tu kes ewlehî û aramiya gel têk bibe û got: "Di vê pêvajoya zehmet de erka me ya sereke ew e ku bi hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî re bibin yek."

Apê şehîd Silêman Yûsif, Salih Silêman El Ebdullah jî axivî û spasiya beşdaran kir û got: “Soz didin ku em ê heta dawiyê li ser xeta şehîdan bin. Silêman ne şehîdê malbatê tenê ye, lê belê şehîdê tevahî gel e."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Silêman hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" hat veşartin.