BI DÎMEN

Di Newroza Kobanê de berxwedan û têkoşîn derketin pêş

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûr a Kobanê hat lidarxistin de, biryardariya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hate destnîşankirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê Newroz pîroz kirin. Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa Newroz li tevahî gelan û Abdullah Ocalan pîroz kir.

Ferhan Hec Îsa got: "Em li ser xeta têkoşînê ya ku şehîd û şervanên me li eniyên şer dane destpêkirin dimeşin.  Em ber bi azadiyê ve dimeşin. Dirûşma Newroz 2024’an a ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ji aliyê cîhanê ve hatiye diyarkirin. Em ber bi avakirina welatekî demokratîk a pirrengî ve dimeşin. Nameya Newroza Kobanê Newroza  çareseriya siyasî, diyalogên navxweyî û avakirina sûriyeke pêşketî ye."

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Elûş axivî û îşaret bi destkeftiyên gelê herêmê kir û got: "Bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, me ewqas destkeftî bi dest xistin û komployê li dijî herêmên xwe têk birin. Em bi gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê re ne û dê teqez di hilbijartinên şaredariyan ên bê de bi ser kevin."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî jî got: "Ji vir ji girê Miştenûrê, dergûşa şehîdan em berxwedana gerîla silav dikin. Em berxwedana gelan a li hemberî dagirkeriya Tirk silav dikin. Em careke din soz didin ku li ser şopa wan tê bikoşin û li ber xwe bidin."

Eyşe anî ziman ku dê li hemberî dagirkeran û siyasetên desthilata Tirk têkoşînê mezin bikin, ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Şahiya Newrozê bi pêşandana berhemên hunerî ji aliyê komên beşdar ve berdewam kir.