BI DÎMEN

Li 5 navendên Kantona Cizîrê meşên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li 5 navendên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş hatin lidarxistin.

Li Qamişloyê jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî li çerxerêya Sonî ya navenda bajêr kom bûn û ji wir berê xwe da Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo.

Li wir zilamên bajêr li benda beşdaran bûn û li wan kulîlk belav kirin. Di serî de rêvebera Kongra Star a Qamişlo Hindirîn Xelîl destnîşan kir ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê jinan dîwarê koletî û zordariyê û siyasetên qirkirinê yên li dijî xwe hilweşandin.

Hindirîn Xelîl bi navê jinên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soza şopandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan û domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî nû kir.

Çalakî bi gerandina govendan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê bi sedan pêkhateyên navçeyê yên Kurd, Ereb û Suryan li pêşiya navenda Kongra Star kom bûn û ber bi avahiya meclisa navçeyê ve bi rê ketin.

Rêvebera Kongra Starê ya navçeyê Xaliye Ehmed der barê siyasetên qirkirinê yên li dijî jinan û civakê de wiha axivî: "Armanc ji wan lewazkirina îradeya jinan û lewazkirina civakê bi giştî ye." 

Xaliye Ehmed diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe têgihên ku pergalên kapîtalîst û hegemonîk danîne guhartin û rastiya wan pergalan eşkere kir, ji ber wê jî komplo li dijî wan hat hûnandin da ku rastiyê dîsa veşêrin. Di dawiya axaftina xwe de Xaliye Ehmed soza domandina têkoşînê heta bidestxistina mafên jinan di hemû qadan de û bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, nû kir.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî û Kongra Star li qada şehîd Xebat kom bûn û ber bi navenda navçeyê ve bi rê ketin. Li wir hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Girkê Legê Ayhan Murad soza parastina mîrasa têkoşînê bi rêya bilindkirina asta têkoşînê û parastina destkeftiyan da. Meş bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

DÊRIK

Li Dêrikê jinên bajêr li pêşiya navenda Konra Star kom bûn, li nav kolanên bajêr geriyan û vegeriyan pêşiya heman navendê. Rêvebera Kongra Starê Fatme Silêman 8'ê Adarê li hemû beşdaran pîroz kir û got: "Jin bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan li hember hegemoniya baviksalarî tê koşiyan." Fatme Silêman bang li jinan kir ku asta têkoşînê bilind bikin û destekê bidin jinan ji bo pêkanîna serkeftinê. Çalakî bi gerandina govendan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Jinên navçeya Til Hemîs bi heman boneyê meş li dar xist. Jin bi cilûbergên erebî tev li meşê bûn. Endama Kongra Star Rewa El Casim berxwedana jinan a ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan silav kir. Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin Qahîre Mihemed diyar kir ku jin bingeha parastina civakan e, ji ber wê jî pêwîst e ew asta têkoşînê bilind bikin. Endama PYD'ê Mawiye El Hedîd banga bilindkirina asta têkoşînê li jinan kir. Çalakî bi gerandina govendan li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.