Cenazeyê şervanê QSD'ê El Kurdî li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD`ê Elî Hemod El Kurdî li Reqayê hate veşartin. Şêniyên Reqayê gotin ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin.

Şeniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîdan a gundê Hikumiyê kom bûn û cenazeyê şervanê QSDˊê Elî Hemod El Kurdî ku di encama krîza dil de şehîd bû, veşartin.

Di merasîmê de şervanê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mehmûd El Xelef axivî û got: "Fedakariyên şehîdan badilhewa naçin, em ê heta paqijkirina xakê ji terorê li ber xwe bidin."

El Xelef wiha domand: "Em kêfxweş in di oxira vî welatî de canê xwe bidin, bi aştî û ewle bijîn. Em soz didin şehîdan li ser rêça wan bimeşin û tola wan hilînin."

Hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û got: "Rêber Apo dibêje em şehîdên xwe di dilên xwe de oxir dikin."

Zelîxe wiha domand: "Şehîdan di oxira em bi azad û rûmet bijîn de canê xwe da û li hember dewleta Tirk a dagirker sekinîn."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Elî Hemod El Kurdî hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.