Rûsya berê çeka aboriyê ya DYE'yê li Sûriyeyê dide Îranê

Li Sûriyeyê ku 9 sal in şer diqewime, şerekî aboriyê li ber derî ye. Li gorî çavdêrên siyasî û ekonomîstan, DYE wê "çeka aboriyê" bi kar bîne. Rûsya jî berê "vê çekê" dide Îranê. Ji bo çareseriyê jî, Rêveberiya Xweser mînak tê nîşandan.

Li Sûriyeyê ku ji sala 2011'an ve şerekî navxweyî diqewime, li gel vî şerê germ, şerekî nû jî li ber derî ye. Navê vî şerî jî şerê aboriyê ye.

Tê payin ku qanûna Caesar a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE)  meha Hezîranê bikeve meriyetê, ku qanûn pêkanînan li ser piştevanên rejîma Sûriyeyê ferz dike.

Li aliyê din, şerê aboriyê yê navbera malbata Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û malbata Ramî Mexlûf ku xizmê wî ye, roj bi roj giran dibe.

QÎMETÊ LÎREYÊ SÛRIYEYÊ KÊM DIBE

Sala 2011'an beriya destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê, dolarekî DYE'yê bi 47 lîreyê Sûriyeyê bû. Lê niha dolarekî DYE'yê 1600 lîreyê Sûriyeyê derbas kiriye.

Lîreyê Sûriyeyê di nava 15 rojên dawî de bi rêjeya 30 ji sedî li pêşberî dolar bêqîmet bû.

Di destpêka meha Gulanê de dolarekî DYE'yê bi 1200 lîreyê Sûriyeyê bû, niha dolarekî DYE'yê 1600 lîreyê Sûriyeyê derbas kiriye.

SEDEMÊN KRÎZA ABORIYÊ YA LI SÛRIYEYÊ

Li gorî ekonomîstan lîreyê Sûriyeyê wê hîn bêhtir bêqîmet bibe û piştî ku pêkanîn di meha Hezîranê de ketin meriyetê wê ev bêqîmetbûn wê mezintir be.

Ekonomîst û çavdêrên siyasî, "Qanûna Caesar, şerê aboriyê yê li bloka desthilatdariyê ya Sûriyeyê, rexneyên tund ên demên dawî yên Rûsyayê li rêveberiya Şamê û rewşa ji ber vîrûsa koronayê" weke sedemên bêqîmetbûna lîreyê Sûriyeyê nîşan didin.

Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Firatê Welîd Çolî û ekonomîst Çeleng Omer ji ANF'ê re qala sedemên krîza aboriyê ya li Sûriyeyê û encamên wê yên siyasî vekir.

'DYE WÊ ÇEKA XWE YA ABORIYÊ BI KAR BÎNE'

Çolî ji bo qanûna Caesar tespîta "DYE wê dest bi bikaranîna çeka aboriyê bike" kir û bi bîr xist ku ev çek beriya niha li dijî gelek welatan hatibû bikaranîn.

Welîd Çolî got, "Mînak, di şerê Kendavê de ev yek li dijî Iraqê bi kar anî. Li Iraqê heta ku rejîma Baasê hate hilweşandin ev qanûn di meriyetê de bû. Her wiha kengî dewleta Tirk ji xetê derdikeve DYE li dijî dewleta Tirk bi pêkanînên aboriyê gefê dixwe. Daxuyaniyên Trûmp ên sala derbasbûyî bi vî rengî bûn. DYE bi vê çeka xwe gelek caran encamê werdigire."

NAKOKÎ JI BERÊ VE HEBÛN, LÊ BELÊ...

Ekonomîst Çeleng Omer jî bal kişand ser rageşiya navbera malbatên Esad û Mexlûf ên li Sûriyeyê û diyar kir ku ev yek jî bandorê li krîzê dike. Omer got, "Lê beê ev nakokî û rageşî ji berê ve hebûn" û işaret bi "Rola Rûsyayê" jî dike.

Çeleng Omer got, "Rûsya ji roja ku hate Sûriyeyê û vir ve çav berda çavkaniyên ser û binerdê yên Sûriyeyê. Gelek çavkaniyên ser û binê erdê yên mîna çavkaniyên gazê û fosfat ên li derdora Tedmûrê û bendergeha Tartûsê, balafirgeha Şamê ji xwe heta 49 salan radestî Rûsyayê hatine kirin."

PÊNGAVA RÛSYAYÊ YA LI DIJÎ ÎRANÊ

Çeleng Omer diyar kir ku Rûsya dixwaze çavkaniyên petrolê yên li rojhilatê Sûriyeyê jî bi dest bixe, lê belê DYE li pêşiya vê asteng e û got, "Niha divê zerara xwe telafî bike. Rejîma Esad jî malbata Mexlûf dide pêş. Lê belê ev rageşî û pevçûn di esasê xwe de pêngaveke Rûsyayê ye. Lewma pêngaveke li dijî Îranê ye. Nepêkane ku haya DYE, Tirkiye û Îsraîlê ji vê gavê nebe. Gaveke bi vî rengî bi kêrî van hêzan hemûyan tê."

'MALBATA MEXLÛF QASEYA VEŞARTÎ YA REJÎMÊ YE'

Welîd Çolî diyar kir ku malbata Mexlûf ji salên 1980'î ve qaseya veşartî ya rejîmê ye û got, "Li gel xezîneay fermî ya dewletê her wiha xezîneya nefermî jî heye. Yanî qaseya veşartî heye. Ev qaseya veşartî heta salên 1980'î di destê Rifat Esad de bû. Piştre ev qase radestî bavê Ramî Mexlûf Mûhammed Mexlûf hate kirin. Bi dehan şîrket, bendergeh, petrol, çandinî û zîret di destê van de ne."

'REJÎM JI MALBATA MEXLÛF RE DIBÊJE; QASEYA NEFERMÎ VEKE'

Welîd Çolî ragihand, bi krîza aboriyê re rejîmê ji malbata Mexlûf xwestiye ku wê qaseya veşartî veke û got, "Qanûna Caesar, rageşiya navbera Rûsya û Îranê, gelek faktorên mîna wan nîşan didin ku pêwîstiya dewletê bi vê qaseya nefermî heye. Ne tenê malbata Mexlûf heye, her wiha malbata Hemşo heye, malbata miftiyê Sûriyeyê heye. Heman zext li ser van malbatan jî tê kirin. Rejîm dibêje qaseya cîgir vekin."

'RÛSYA û ÎRAN LI PIŞT RAGEŞIYÊ HENE'

Welîd Çolî diyar kir ku di nava rejîma Sûriyeyê de alîgirên Îranê û Rûsyayê hene û bi bîr xist ku Ramî Mexlûf li televîzyonê axivî û diyar kir ku neheqî lê hatiye kirin. Çolî destnîşan kir ku li pişt vê hewldana Mexlûf rageşiya Îran û Rûsyayê heye. Welîd Çolî got, "Şaş e ku mirov vê yekê weke nakokî û rageşiya navbera du malbatan bibîne. Ya girîng ew e ku îradeya siyasî ya li pişt rageşiyê bê dîtin. Di vir de jî Rûsya û Îran derdikeve pêşiya mirovan."

'RÛSYA DIXWAZE LI SÛRIYEYÊ YEKANE HÊZA SERWER BE'

Ekonomîst Çeleng Omer anî ziman ku li pişt krîzê Rûsya û Îran hene û diyar kir, Rûsya dixwaze li Sûriyeyê Îranê bêbandor bike, bi vî rengî bibe yekane hêza serwer û bi vî rengî DYE jî wê ji vê yekê re îqna bibe. Çeleng Omer got, "DYE wê gaveke wiha qebûl bike, Îsraîl jî bifikire ku ewlekariya wan pêk hatiye, lewma bipejirîne. Tirkiye jî eger hin herêm radestî wê bê kirin wê îqna bibe."

'MIFTEYA ÇARESERIYÊ LI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ YE'

Çeleng Omer destnîşan kir ku mîna çareseriya siyasî mifteya çareseriya aborî jî di destê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye û got, "Fatûreya vê wê careke din li gel bibirin. Gelê Sûriyeyê ku bi salane di nava şer de ye, niha jî wê hewl bidin ku gel bi birçîbûnê terbiye bikin. Lê belê divê ev yek bê gotin, çareserî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Eger rejîm çareseriya siyasî ya nenavendî bi Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bi destûra bingehîn ewle bike, wê hingî ji aliyê siyasî ve destê xwe xurt bibe û ji aliyê aborî ve jî xurt bibe."