Rûspiyê eşîra Cibûr bang li ciwanên Ereb kir -NÛ BÛ

Eşîra Cibûr li dijî êrişên dagirkeriyê bang li hikumeta Sûriyeyê kir ku helwestê nîşan bide û bang li ciwanên Ereb jî kir ku nekevin xefika dewleta Tirk.

Serokê Meclîsa Eşîra Cibûr Fewaz Zûba El Mulhim der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji ANF'ê re aixvî. Mirhem destnîşan kir ku ji bilî QSD'ê ew ê nehêlin ku kes li xaka wan bin.

Eşîra Cibûr yek ji mezintirîn eşîrên Ereb ên li herêmê ye ku ji Dêra Zor heta sînorê Iraqê (Reqa, Hesekê, Şedadê, Hol, Til Berak û Qamişlo) diçe. Eşîra Cibûr ji dema Enver Paşa heta Tayyîp Erdogan her tim bû hedefa êrişên dewleta Tirk.

Eşîra Cibûr 12 milyon endamên xwe hene ku 1,5 milyon li Sûriyeyê ne, li Iraqê 8,5 milyon endam, li Yemenê 400 hezar endam, li Urdunê 500 hezar endam, li Erebistana Siûdî 850 hezar endam û li Bahreynê jî 150 hezar endamên xwe hene.

Serokê Meclîsa Eşîra Cibûr Mulhim diyar kir ku çete her carê bi navekî êrişê tînin û got, "Dewleta Tirk tevî DAÎŞ û OSO êrişî herêmê kir. Bi bahaneya 'Em xaka Sûriyeyê diparêzin' êrişê tînin. Bi taybetî destpêkê çete bi navê Cephet El Nûsra ji Dêra Zorê heta Hesekê li herêmê bi cih bûn û piştre navê xwe kirin DAÎŞ. Ev hemû jî di bin dagirkeriya Tirkan de kirin. Dewleta Tirk van çeteyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hêzên ku li dijî van çeteyan şer dikirin di destpêkê de komên biçûk bûn mîna YPG, YPJ, Hêzên Parastina Gel û Hêzên Parastina Jinê. Piştre ev hêz mezin bûn û di nava çend salan de hêza QSD'ê ava bû. Di nava vê hêzê de Kurd, Ereb, Çerkes, Tirkmen, Asûrî, Suryanî hene û weke hêzeke navneteweyî tê dîtin. Bi vê hêzê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û xaka xwe ji çeteyan paqij kirin. Bêguman di vê oxirê de berdêlên giran dan. Me nêzî 12 hezar şehîd û bi hezaran birîndar dan. Berxwedan her mezin bû û me welatê xwe azad kir."

'CIWANÊN KOÇ KIRINE DIXAPÎNIN Û DI ÊRIŞÊ DE BI KAR TÎNIN'

Fewaz Zûba El Mulhim anî ziman ku herêma ku jê re 'herêma ewle' digotin destpêkê pênc kîlometre bû, lê piştre kirin 35 kîlometre û got, "Dewleta Tirk bi bahaneya 'ewlekariya sînor' ev xak dagir kir. Êrişeke me li dijî Tirkiyeyê nebû. Dixwazin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Iraqê herêmê dagir bikin. Ji ber ku xwedî dewlemendiyeke mîna petrolê ye. Ji vê herêmê re dibêje 'xaka min'. Dixwaze temamiya herêmê dagir bike. Dest datîne ser xaka welatekî cuda."

Mulhim ragihand ku dewleta Tirk ciwanên ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirine ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û bi wan êrişî herêmê dike.

El Mulhim destnîşan kir ku ew ne DYE, ne Rûsya ne jî Tirkiyeyê li xaka xwe naxwazin û got, "QSD zarokên me ne, hêza me ne. QSD wê xaka me biparêze. Ji bilî QSD'ê em hebûna ti hêzê qebûl nakin û divê ji herêmê biçin. Hikumeta Sûriyeyê divê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bide. Em ê xaka xwe li dijî êrişan biparêzin."

PEYAMA JI BO EREBÊN BI DEWLETA TIRK RE TEVDIGERIN

El Mulhim ji bo Erebên bi dewleta Tirk re êriş dikin jî got, "Bila zanibin ku dewleta Tirk wê heta dawiyê nemîne. Hûn ê rojekê bikevin nava welatê xwe û gelê xwe. Yên ku we diparêzin û li we dibin xwedî dewleta Tirk nîne, em in. Em hêvî dikin ku wê vê rastiyê bibînin. Em li vê xakê bi hev re dijîn. Divê zanibin ku dewleta Tirk wan tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Divê nekevin xefika dewlet Tirk. Em hêvî dikin ku em ê bi hev re yekîtiya xwe ava bikin."