Rûspî: Em amadene cihê xwe di berxwedana Efrînê de bigirin

Eşîretên Bakurê Sûriye, têkildarî êrîşên dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiye ji bo tolê ji hêzên QSD’ê yên ku DAIŞ têk bibirin, bistîne êrîşî Efrîê dike.

Şêx û rûsiyên Ereb, Tirkmen û Kurd ên gundewarê Bakurê Helebê, Şehba, Efrîn û Îdlîbê girêdayî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Şêx û Rûspiyên El-Bû Xemîs, El-Bubna, El-Umeyarat û El-Şêxanî û êşîreyên gundewarê Heleb, Efrîn û Îdlîbê ve hate dayîn de, hate diyarkirin ku hilweşandina paytexa DAIŞ‘ê ji bo Tirkiyê û çeteyên wê mîna binkeftineke mezin bû û wiha hate domandin “ Ji ber vê yekê dest bi pîlanên xwe yên qirêj kir, di ser Opozisyona Sûriyeyê firot de ku wan li hemberî QSD‘ê projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi kar bîne.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êrîşên li ser Efrînê rakirina tola DAIŞ‘ê ye û hewldana afrandina hêzên terorîst li Bakurê Sûriye ye.”

Rûspiyên êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê şeremezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike û êrîşên rawestîne û destekê bide QSD‘ê.

Rûspiyan di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman û gotin ew amade ne çek hilgirin û li hember dagirkeriyê û çeteyên wê bisekinin.