'Rûkeniya Rohenda ji bo me sedema serketinê ye'
Rojnamevan Sozda Oremar di salvegera 4’an de rojnamevana Ragihandina YPJ’ê Rohenda bibîr anî û got: "Heval Rohenda bi coş, bawerî û eşqa evîna welat tim dixwest têbikoşe."
Rojnamevan Sozda Oremar di salvegera 4’an de rojnamevana Ragihandina YPJ’ê Rohenda bibîr anî û got: "Heval Rohenda bi coş, bawerî û eşqa evîna welat tim dixwest têbikoşe."
Rojnamevan Sozda Oremar di salvegera 4’an a şehîdbûna endama Ragihandina YPJ’ê Rohenda de qala têkoşîn û kesayeta wê kir.
'RÛKEN, BI COŞ Û MORAL BÛ'
Rojnamevan Sozda Oremar got: "Heval Rohenda hevalek wisa bû ku her tim mirov di rûyê wê de kêfxweşî, coş û moral didît. Destpêkê dema ku min şehîd Rohenda nas kir, bi coş, moral û manawiyateke herî mezin min ew nas kir. Bûm heyrana wê. Hevaleke pir ciwan bû, lê di wê ciwantiya xwe de mirov di kesayetiya heval Rohenda de didît ku heya dilopa dawî ya xwîna xwe, ji bo gelê xwe wê bi ruhek fedayî têbikoşe. Di kesayeta heval Rohenda û gelek hevalên me yên di Ragihandina YPG’ê û YPJ’ê de bi pênûs, kamara û çeka xwe li hemberî dagirkeran û çeteyên hov tekoşîna xwe dane meşandin, di aliyê din de berpirsiyartiyên xwe yên ji bo gelê xwe dan meşandin. Yek ji wan mirov dikare heval Rohenda bide nîşandan. Dema ku min cara yekem heval Rohenda nas kir di nava hejmarek hevalan de, ya ku herî bala min kişand heval Rohenda bû. Pir dikeniya, bi coş û moral bû. Di rêhevaltiya heval Rohenda de jineke Efrînê yê ciwan mirov dikare bêje ya girîng erdnîgariya Efrînê çiqas girîng, xweşik û dewlemend e, ewqasî dîrokî ye. Di nava wê dîrokê de heval Rohenda yek ji bişkivandina wê dîrokê bû."
'BI EŞQA EVÎNA WELAT DIXWEST TÊKOŞÎNÊ BIKE'
Rojnamevan Oremar qala girêdanbûn û heskirina şehîd Rohenda Xemgîn kir û wiha domand: "Bi taybet girêdana heval Rohenda ji bo Rêber Apo û hevalên wê yên şehîd mezin bû. Hemû helbest û stranên li ser şehîd û hevala wê Deniz û şehîdên din bûn. Hevala Rohenda pir girêdayî şehîd û Rêbertiyê bû. Li ser vî bingehî heval Rohenda pir têkoşînek xurt didda. Di têkoşînkirina vê de ti astengî li pêşiya xwe nedidît, gav bi şûn ve avêtin li gel wê nebû. Her çiqas şert û merc giran û zehmet ba hevala Rohenda ewqas bi coş û têkoşîn bilind dikir. Heval Rohenda weke jinekê tim li hemberî zorî û desthilata mêr serî rakiriye. Bi coş, bawerî û eşqa evîna welat tim dixwest têkoşînê bike. Dema ji bo welat û azadiyê berdêl tê xwestin, berdêlên giranbuha tên dayîn. Îfadekirina wan hevalan zehmet e, lê erkê me ye ku em wan bînin ziman û têkoşîna wan bidin nasîn. Heval Rohenda digot; ‘Dema ez şehîd ketim, hûnê behsa coş û kenê min bikin’. Ji ber ku hevalek di jiyan û şerê xwe de bi coş bû. Heval Rohenda li ber zehmetiyan gav bi şûn ve neavêt."
'ROHENDA BÛ ÇAVÊ LEHENGÎ Û DILSOZIYA ŞERVANAN'
Rojnamevan Sozda Oremar li ser têkoşîn û karê rojnamegeriyê ya Rohenda ya di Berxwedana Serdemê de kir û got: "Li eniyên şer gav bi gav hevala Ronehda digeriya. Bi kamereya xwe kêlî bi kêlî lehengî û dilsoziya şervanên YPJ û YPG’ê dikişand. Bi kamera xwe hem weke milîtan hem jî weke ragihandinkar hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê û lehengiya şervanan ji raya giştî re radigihand. Di dema berxwedana li Girê Qestelê de hevala Rohenda xwest ku heta dawî bi kamereya xwe vê lehengiya şevanan ji cîhanê re ragihîne kar kir. Topbaran dewleta Tirk a bi tank, top û balafirên şer ji bo wê ne xem bûn, ji bo hevala Rohenda ya girîng ew bû ku rastiya li Efrînê tê jiyîn ji tevahî cîhanê re bê ragihandin. Dema ku şer pir giran bû hevala Rohenda berê xwe da navenda bajar ji bo dîmenên kişandî dane û dîsa berê xwe bide eniyên şer û got: ‘Dema mijar dibe Kurd her kes bêdeng e, çi dibe bila bibe, em ê di vê oxirê de canê xwe jî bidin. Em tu kes nemînin jî, em dizanin ku doza me heq e. Em ê bi ser bikevin. Wê Efrîn nekeve.’ Bi vê bîr û baweriyê hevala Rohenda di nava malbateke welatparêz û ruhê Apoyî mezin bûbû. Bi wê ruhî tevgeriya, bi wî ruhî ve şehîd bû."
Oremar qala heskirina Rohenda ya ji bo xwişka wê ya şehîd Denîz kir û wiha pêde çû: "Xwişka Rohenda Xemgîn Şehîd Denîz eşqeke ya azadiyê xistibû dilê Rohendayê. Her wiha heskirina wê ya ji bo Efrînê jî wiha bû. Em ê xwedî li wî mîratî derkevin. Heval Rohenda jî bo Efrîn nekeve destê dagirkeran mîna sedan lehengî canê xwe da. Ji ber vê lenegiyê û dilsoziya bi azadiyê re dewleta Tirk ti carî nekarî li ber rastiya van şervanên leheng bêje ku ew bi ser ketiye. Dibe Efrîn hate dagirkirin, lê dewleta Tirk li ber rastiya van lehengan bin ket."
'DIVÊ HEMÛ JINÊN EFRÎNÊ LI SER ŞOPA WÊ BIMEŞIN'
Oremar anî ziman ku xwesteka Rohenda ew bû ku her jinek Efrînî bi be şopdarê rêya heqîqetê û got: "Em şopdarên wê û jinên Efrînê divê li ser şopa şehîd Rohenda bimeşin. Çawa ku heval Rohenda wek jineke çiyayê Kurmênc bi çek, pênûs û kamereya xwe lehengî û dilsoziya şervanan a li dijî hovîtiya çeteyan a li ser gel têkoşîn kir, divê her jineke Efrînê jî xwedî li daxwaz û hesreta wê derkeve. Li ser vê rêyê bimeşe û erka xwe pêk bîne."
'ROHENDA Û BAVÊ XWE LI HEMAN ENIYÊ BÛN'
Rojnamevan Sozda Oremar diyar kir ku Rohenda ji herêma Kurmêc bû, Kurmênc jî tê wateya Kurdên çiyayî. Oremar anî ziman ku Rohenda jineke çiyayî bû got: "Weke jineke çiyayî mezin bû û li Efrîn şehîd bû. Divê hemû jinên Efrînê xwedî li çek û kamereya wê derkevin."
Oremar anî ziman ku Rohenda û bavê xwe li heman eniyê cihê xwe girtin û bi hev re li dijî dagirkeran şer kirin û got: "Şehîdbûna Rohenda ji bo min pir giran bû."