Rojnamevan Medîn: Divê Swêd piştgiriya Kurdan bike

Rojnamevan û nivîskarê Swêdî Joakîm Medîn destnîşan kir ku divê Swêd û Koalîsyona Navneteweyî piştgiriya xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikin.

Radyoya Ewropayê ya Azad (RFE/RL) di weşana xwe ya doh de ragihand ku du DAÎŞ'iyên ku guman ji wan tê kirin têkiliya wan bi êrişa 2017'an a li Stockholmê hene, ku di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne.

Êrişkar Rakhmat Akîlov di sala 2018'an de bi sûcê "çalakiya terorê" cezayê heta bi hetayê lê hatibû birîn. Her wiha du çeteyên DAÎŞ'ê yên Tacîk jî hatin sûcdarkirin ku fermana êrişê dan Akîlov. Ev DAÎŞ'î jî Parvîz Saîdrahmanov bi navê li xw ekirî Abû Davûd û Tojîddîn Nazarov bi navê li xwe kirî Abû Osama Norakî bûn. Hate ragihandin ku Saîdrahmanov di sala 2017'an de hate kuştin.

Radyoya Ewropayê ya Azad ragihand ku li gorî agahiyên wergirtine Tojîddîn Nazarov li Dêra Zorê girtî ye.

Rojnamevan û nivîskar Joakîm Medîn ev agahî ji rojnameya ETC re nirxand û bi bîr xist ku di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de hin DAÎŞ'î ji girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê reviyan, dibe ku Nazarov jî yek ji wan bin û ev yek gefê li Swêdê dixwe.

Medîn her wiha bi bîr xist, rîsk heye ku dewleta Tirk li deverên dagir kiriye DAÎŞ'iyan serbest berde û got, "Ev yek jî nîşan dide ku çiqasî girînge ku hikumeta Swêdê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê piştevaniya Kurdên li Sûriyeyê bikin."