Roebûck: Qanûnên Sezar ne ji bo herêmên Rêveberiya Xweser e

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku pakêta zextan a li ser hikumeta Sûriyeyê wê li ser herêmên Rêveberiya Xweser neyê pêkanîn.

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê William Roebûck bi nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanî re civiya. Herdu aliyan li ser rewşa giştî ya herêmê û mijarên hevpar nîqaş kirin.

Roebûck, Cejna Remezanê li xelkê Kobanê pîroz kir û hêvî kir ku aştî li herêmê pêk were.

Di civînê de herdu aliyan rewşa giştî ya ku herêmê tê re derbas dibe, zehmetiyên ku Rêveberiya Xweser di aliyê aborî û xizmtguzarî de dikşîne û ambargoya li ser herêmê ya ku bandoreke neyinî li xebatên saziyan kiriye, nîqaş kirin.

Rêveberiya Xweser îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên sînor, hedefkirina sivîlan û milkên wan kir.

Roebûck derbarê krîza aborî ya bi sedema têkçûna nirxê lîreyê Sûreyê li beramberî dolar de got, çareserî di avakirina sîstemeke demokratîk, nenavendî, pirrengî de pêkan e ku taybetmendiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêze û divê ku mafên rewa yê gelê Kurd mîsoger bike.

Her wiha diyar kir ku cezayên di çarçoveya "Qanûna Sezar" de wê herêmên Rêveberiya Xweser di nav xwe de negire û got, “Wê xebat û koordîneyeke hevpar di çarçoveya bernameya piştevaniyê ya DYE’yê de hebe.”

Têkildarî rewşa ewlehî û siyasî William Roebûck, soz da ku wê raporeke berfireh radestî rayedarên DYE’yê bike û ji bo peydakirina çareseriyeke guncav ên ji hemû pirsgirêkan wê bixebitin.