Rêxistinên jinan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Efrînê bang kirin

Li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê li dijî jinan dikin, 11 rêxistinên jinan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bang li raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Rêxistinên jinan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê civîneke çapemeniyê li dar xistin û bi taybetî bang li rêxistinên jinan ên navneteweyî kirin ku li ber kiryarên li dijî jinan rabin.

Kongreya Star, Meclîsa Jinan a Suryanî, Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Jinan a PYD'ê, Meclîsa Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Yekîtiya Jinan a Suryanî, Buroya Jinan a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Yekîtiya Jinên Ereb, Buroya Jinan a Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê, Navenda Sara û Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê li Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di daxuyaniya hevpar de 11 rêxistinên jinan diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li Efrînê li dijî jinan dikin, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên çete ve, dike ku sûcên şer ê li herêmê zêde bibe. Li gel guhertina demokrafîk a li Efrînê, her wiha rojane mirov tên revandin, êşkence li mirovan tê  kirin û kiryarên xerab didomin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rojên dawî li bajêr bi dehan jinên Kurd ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û êşkence li wan hate kirin.

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li ber kiryarên dewleta Tirk a dagirker rabin û bikevin nava liv û tevgerê.