Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê qetilkirina Melekê şermezar kir

Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê qetilkirina Melek Nebî Xelîl Cima ya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk hat kirin şermezar kir.

Komên çekdar ên li Efrînê duh jina ciwan a bi navê Melek Nebî Xelîl Cima ya 16 salî revandin û qetil kirin. Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê qetilkirina Melekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wêneyê Melek hatibû hildan, her wiha gelê kampa Serdem û Endamên Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê Wefa Bekir ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi armanca ku dewleta Tirk tola xwe ji rola jinê ya pêşeng hilîne bi hemû rêbazen cuda li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî kiryarên xwe dimeşîne. Herî dawî jî Melek Nebî Xelîl Cima ya 16 salî di 23'yê gulanê de ji aliyê komên çekdar ve hatibû revandin û di 7'ê Hezîranê de hat kuştin û laşê wê li zeviyên gundê Fêrziyê yê Rojhilatê bajarê Ezazê hat dîtin. Di malperên ku hatine parvekirin de hovitiya ku li ser Melek hatiye kirin pir eşkere ye. Melek bi hinceta ku têkiliya wê bi Rêveberiya Xweser re heye hatiye kuştin. Em wek Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Efrînê daxwaz dikin ku rewş û çarenûsa Melekê bê eşkerekirin.

Çarenûsa gelek jinên mîna Melek di girtîgehên Tirkiyeyê de ne diyar e. Komên çekdar ê bi navê El-Hemzet li bajarê Efrînê binpêkirinên dijmirovahî derheqê şêniyên herêmê de didin meşandin. Em dixwazin ku civaka navneteweyî ji bo qetilkirina jina kurd Melek bêdeng nemîne, ji ber ev kiryar tawanên şer e û divê ji sûcdaran hesab bê xwestin. Divê ku komîsyoneke navneteweyî ji bo şopandina rastiyan û lêpirsînê bê avakirin. Divê komên çekdar ên ku van kiryaran dikin ji Efrînê bên derxistin. Divê herêma Efrînê di bin çavdêriya navneteweyî de bê kontrolkirin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.