Rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder hîn giran dibe
Di daxuyaniya nexweşxaneyê de ya li ser rewşa tenduristiyê ya endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, hate gotin "Metirsiya li ser jiyana wî mixabin mezin dibe."
Di daxuyaniya nexweşxaneyê de ya li ser rewşa tenduristiyê ya endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, hate gotin "Metirsiya li ser jiyana wî mixabin mezin dibe."
Têkildarî rewşa Serokwekîlê Meclîsê yê Partiya Demokratîk û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ji Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê daxuyaniyeke nû hate dayin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Onder 13 roj in li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gel ku bi tedawiya bi piştgiriya ECMO (cîhaza piştgiriya dil) û înotprotîk, stabîleteya wî ya hemodînamîk tê parastin jî, mixabin rewşa norolojîk xera bûye. Em gihîştine asteke din a şikestinê. Refleksên nexweşê me kêm bûye û werimîna mejî hîn jî dewam dike. Metirsiya li ser jiyana wî mixabin zêde dibe û dewam dike. Lê belê em bi sebir tedawiyê dikin û li bendê ne."