Li seranserê cîhanê lêçûnên leşkerî gelekî zêde bûne
Di sala 2024’an de li seranserê cîhanê lêçûnên leşkerî ji bidawîbûna Şerê Sar heya roja îroyîn gihîştine asta herî jor.
Di sala 2024’an de li seranserê cîhanê lêçûnên leşkerî ji bidawîbûna Şerê Sar heya roja îroyîn gihîştine asta herî jor.
Li gorî rapora Enstituya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) li seranserê cîhanê lêçûnên leşkerî sala borî ji sedî 9,4 zêde bûne û gihiştiye 2,7 trilyon dolarî.
Li gorî raporê bi taybetî jî li Ewropa û Rojhilata Navîn ji ber şer û pevçûnên dewam dikin budceya ji bo lêçûnên leşkerî gelekî zêde bûye.
SIPRI’yê di rapora xwe de diyar kir ku di sala 2024'an de zêdetirî 100 welatan budceya xwe ya ji bo parastinê zêde kirine.
Lêkolînerê SIPRI’yê Xiao Liang got: ‘’Ev zêdebûn nîşan didin ku rageşiyên jeopolîtîk çi qasî zêde bûne. Ji bidawîbûna Şerê Sar heya niha zêdebûneke wiha çênebûye.’’
EWROPA SERKÊŞIYÊ DIKE
Rûsya jî di nav de Ewropa bû herêma ku herî zêde ji bo lêçûnên leşkerî budce terxan kiriye. Lêçûn ji sedî 17 zêde bûne û gihîştiye 693 milyar dolarî. Budceya Rûsyayê jî di nava salekê de ji sedî 38 zêde bûne û bûye 149 milyar dolar ku ev hejmar du qatî yên sala 2015’an e. Her wiha lêçûnên leşkerî yên Ûkraynayê jî ji sedî 2,9 zêde bûne û bûye 64,7 milyar dolar.
ELMANYA JI BO XWE ÇEKAN TEMÎN DIKE
Di raporê de Elmanya jî derket pêş. Lêçûnên Elmanyayê yên leşkerî ji sedî 28 zêde bûne û bûye 88,5 milyar dolar ku vê zêdebûnê ji Hindistanê derbas bûye û di rêza cîhanê de welatê çaremîn e.
DYE Û WELATÊN NATO'YÊ JÎ LÊÇÛNÊN XWE ZÊDE DIKIN
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ku zêdetirîn lêçûnên leşkerî dike, di sala 2024’an de budceya xwe ji sedî 5,7 zêde kiriye û bûye 997 milyar dolar. Tevahiya 32 welatên NATO’yê jî li hemberî vekişîna Emerîkayê ya muhtemel lêçûnên xwe yên leşkerî gelekî zêde kirine.
ÎSRAÎLÊ JÎ LÊÇÛNÊN XWE ZÊDE KIRINE LÊ BELÊ ÎRANÊ KÊM KIRINE
Îsraîlê jî ji ber şerê li Şerîda Xezeyê lêçûnên xwe yên leşkerî ji sedî 65 zêde kirine û gihîştiye 46,5 milyar dolarî.
Her wiha Îranê lêçûnên xwe yên leşkerî ji sedî 10 kêm kirine. SIPRI têkildarî vê rewşê dibêje tevî ku Îran tevlî şer û pevçûnên li herêmê dibe jî lê belê ji ber cezayên giran ên lê hatine birîn nikare budceyeke mezin terxan bike.
PÊŞKETINA ÇÎNÊ DEWAM DIKE
Çîn a ku piştî DYE’yê duyem welat e lêçûnên xwe yên leşkerî gelekî zêde kirine, di sala 2024’an de budceya xwe ji sedî 7 zêde kiriye û bûye 314 milyar dolar.