BI DÎMEN

Geneviève Garrigos: Parastina Rojava berpirsyariya me ye

Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Geneviève Garrigos anî ziman ku modela demokratîk a li Rojava hatiye avakirin ji bo paşeroja Sûriyeyê gelekî girîng e û got, "Parastina vê têkoşînê ji bo civaka navneteweyî berpirsyariya wijdanî û dîrokî ye."

GENEVIEVE GARRIGOS

Modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo paşeroja Sûriyeya demokratîk a bê avakirin gelekî girîng tê dîtin, ji aliyê siyasetmedarên Ewropî ve ji nêz ve tê şopandin û piştgirî jê re tê kirin. Beriya niha bi demeke kurt heyetek ji Ewropayê ku siyasetmedar, parlamenter û rêveberên xwecihî di nav de bûn serdana herêma Rêveberiya Xweser kir û hin hevdîtin kir.

Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê û yek ji parêzvanên mafên mirovan ên naskirî yên li Fransayê Geneviève Garrigos jî endamek heyetê bû. Geneviève Garrigos çavdêriyên xwe yên li ser herêmê û girîngiya modela Rojava ya ji bo paşeroja Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

'GUHERTINA REJÎMÊ YA LI ŞAMÊ AŞTÎ NEANÎ'

Geneviève Garrigos anî ziman ku di dema serdana heyetê de wan hevdîtin bi Hevserokên Rêveberiya Xweser, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, rayedarên YPJ û YPG'ê û Hevşaredarên Kobanê jî di nav de bi gelek kesan re hevdîtin kir û li ser çavdêriyên xwe got, "Derfetê me çêbû ku me seranserê herêma Rojava ji Dîcle heta bi Firatê bigerin. Em çûn Qamişlo, Hesekê, Reqa û bêguman Kobanê.

Her çiqas tê gotin, bi guhertina rejîma li Şamê re dibe ku aştî hatibe, rewş bi vî rengî nîne. Êrîşên dewleta Tirk -çi bi bombardûmanê çi jî bi destê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) a ji bejahî ve- timî gefek e. Rewşa mirovên di sala 2018'an de neçar man Efrînê biterikînin û piştre jî neçar man ji Şehbayê biçin, vê rastiyê radixe pêş çavan. Me ev mirovên ku ji cih û warê xwe bûne li Reqayê jî dît."

'MIROV DITIRSIN KU DI HER KÊLIYÊ DE DIBE KU BIBIN HEDEFA ÊRÎŞAN'

Geneviève Garrigos berxwedana dîrokî ya li Bendava Tişrînê bi bîr xist û got, "Em çûn Bendava Tişrînê û me derfet dît ku bi mirovên sivîl ên li wê derê piştgiriyê didin berxwedanê biaxivin. Lê belê Tirkiye hunrmetê nîşanî sivîlên diçin wê derê nade û êrîşî wan dike. Hin kesên ku me dixwest wan bibînin ji ber ku bi rengekî giran birîndar bûn, ketibûn emeliyatê. Êrîş ne tenê li ser hêzên parastinê ye; timî hin cih têne bombekirin, bi amûrên hewayî yên bê mirov êrîş li sivîlan tê kirin.

Di dema serdana xwe de me bihîst ku li herêmên cuda mirovan jiyana xwe ji dest dan. Dibe ku li Şamê desthilatdarî hatibe guhertin, lê belê li Rojava şer di nava gel de tê hîskirin. Ne tenê bûyerên ku me dîtin, rewşa gel bi şênberî nîşan dide ku ev şer hîn jî dewam dike. Mirov mafdar in ku ditirsin; ji ber ku bi wê rîskê re rû bi rû ne ku di her kêliyê de bi amûreke hewayî ya bê mirov êrîş li wan bê kirin."

'JI EFRÎNÊ HETA NIHA ÊRÎŞ TI CARÎ NESEKINÎN'

Geneviève Garrigos destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava dikevin ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê û bi dewamî got, "Êrîşa li dijî sivîlan -beriya bi demeke kurt êrîş li ser ambûlansekê hate kirin-, her wiha êrîşên li ser binesaziya sivîl- tinekirina santrala bingehîn a li Qamişloyê eletrîkê peyda dike- yan jî êrîşa li ser Bendava Tişrînê û ya herî girîng jî bombekirina sivîlan, êrîşa yekser a li ser sivîlan ji xwe sûcê şer e. Yanî mesele ne tenê bûyerên sala 2018'an li Efrînê qewimîn. Ev êrîş qet nesekinîn. Bi wan mirovan re axivîm ku neçar man Efrînê biterikînin. Ji sala 2018'an û vir ve yekane tişta dixwazin vegera li malên xwe ye. Ti ji sûcên li dijî vî gelî hatine kirin divê neyên jibîrkirin. Divê edalet bi cih bê anîn."

'DIVÊ DESTHILATDARIYA ŞAMÊ MODELA ROJAVA LI BER ÇAVAN BIGIRE'

Geneviève Garrigos destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel êrîş û gefxwarinan jî hewl dide modela konfederalîzma demokratîk biparêze û bixe meriyetê û got, "Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve li hemberî gefên li ser herêmê şer dike, li laiyê din jî hewl dide sîstema konfederal a demokratîk ku jin navenda wê ye bixe meriyetê û wê biparêze. Rêveberiya Xweser bi sîstema demokratîk a li herêma xwe ava kiriye ji bo paşeroja Sûriyeyê peyameke xurt dide desthilatdariya li Şamê. Hikumeta nû ya li Şamê divê Rojava û modela wê li ber çavan bigire."

'BERPIRSYARIYA ME YE KU EM ROJAVA BIPARÊZIN'

Geneviève Garrigos êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî gefan rexne kir û got, "Em di kêliya herî krîtîk a hiqûqa navneteweyî de ne. Li Ûkrayna, Xeze, Komara Kongo ya Demokratîk, Sûdan û gelek herêmên din ên şer hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Bi heman rengî bi destê dewleta Tirk li Sûriyeyê heman binpêkirin têne kirin. Hêzên ku xwe ji parastina hiqûqa navneteweyî berpirsyar dibînin weke li deverên din divê li hemberî van binpêkirinên dewleta Tirk jî bikevin nava liv û tevgerê û Rojava biparêzin."

Geneviève Garrigos diyar kir ku di serdana Rojava de ya ku herî zêde bandor li wê kir mezinahiya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû û got, berpirsyariya civaka navneteweyî de ku Rojava biparêze.

Geneviève Garrigos got, "Di serdana Rojava de yek ji tiştên ku herî zêde bandor li me kir têkoşîn û berdêla li dijî DAÎŞ'ê bû. Me serdana Kampa El Holê kir; bi hezaran endam û malbatên DAÎŞ'î lê têne ragirtin. Me hilweşîna li Reqayê dît. Cihên ku demekê weke 'qada dojehê' dihatin bîranîn îro ji nû ve têne avakirin. Fedakariya ku me li şehîdgehên li Kobanê dît, yek ji berdêlên herî giran ên dîroka mirovahiyê ye; ji me re mezinahiya berxwedana li dijî DAÎŞ'ê nîşan dide. Yanî di demekê de ku avakirina Sûriyeya nû tê nîqaşkirin, divê hêzên navneteweyî Rojava ti carî bi tenê nehêle. Parastin û xwedîderketina li Rojava wezîfeya exlaqî û berpirsyariya me hemûyan e."