YPG: Fermandara YPJ'ê Rozerîn û 2 şervan şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya Fermandara YPJ'ê Rozerîn û 2 şervanên xwe ragihand.

Daxuyaniya YPG'ê wiha dest pê dike; "Pêngava Xezeba Firatê ku bi armanca têkbirina terora çeteyên DAIŞ'ê û rizgarkirina gelê Reqqayê ji bin zilma çeteyan hatibû destpêkirin îro gihiştiye ber deriyê Reqqayê. Di pêşengtiya QSD'ê di nav de şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de jî, ku bi destpêka şoreşa Rojava re li hember zilm û terora çeteyan şer dikin û metirsiya çeteyan li ser gel radikin îro jî şervan li Reqqayê bi heman armancê rol û misyonên xwe yê esasî û dîrokî dileyizin. Bi hezaran şervanên azadiyê li ser vê armancê şer kirine û tevlî karwanên azadiyê bûne em îro sê şervanên xwe ku bi heman armancî şer kirine û şehîd bûne ji gelên xwe re aşkere dikin.

"FERMANDARA YPJ'Ê ROZERÎN AMARA KESAYETEK AZAD AVA KIR’’

‘’ 2 şervanên me bi nasnav Emar û Gabar û yek ji fermandara YPJ'ê Rozerîn Amara di Pêngava Xezeba Firatê de piştî şerê dijwar yên li derdorê gundewarên Reqqa û bajarê Tebqayê de şehîd bûne.

Fermandara YPJ'ê Rozerîn Amara bi destpêkirina şoreşa Rojava re wekî hezaran jinên Kurd berê xwe dide di nav refên YPJ'ê. Pergala desthilatdar ya zêdetir xwe li ser jinê hikim dikir, Rozerîn vê pergalê red dike û ji bo kesayetekî azad ava bike û jinên ku di bin zilm û zordariyê de ne azad bikin fikra azadî û wekheviyê esas digre, li ser vî armancî bêtereddût tevlî dibe. Şehîd Rozerîn sekna jinên şoreşger di xwe da çandibû û hem di şer da hem jî di jiyanê da bi sekn û tevlîbuyîna xwe ji hevala ra bûbû mînak.

Şehîd Rozerîn Amara 2011'an vir ve gelek pêngavên ku ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hatibû lidarxistin wek şervan û fermandar tevlî bûye. Herî dawî tevlî pêngava Xezeba Firatê dibe û di rizgarkirina bajarê Tebqayê de berpirsyariya ku diket ser milê wê bi serkeftî pêkaniye. Di 15'ê Gulanê 2017'an li bajarê Tebqayê piştî şerekî dijwar heval û fermandara me Rozerîn Amara tevlî karwanên şehîdan dibe.

Weke YPG û YPJ hemû şehîdên şoreşa Rojava û Bakurê Suriyê bibîrtînin. Em ê di rêya şehîdan heya dawiyê bimeşin û xeyal û armanca wan bigihînin serkeftinê soza bilindkirina têkoşînê nû dikin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelên me yên welatparêz re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495371334-ROZERN_AMARA.jpg

 

Nasnav: Rozerîn Amara

Nav û Paşnav: Hediye Akdogan

Navê Dayikê: Qumrî

Navê Bav: Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 15 Gulan 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495371452-EMAR_RAN.jpg

 

Nasnav: Emar Şêran

Nav û Paşnav: Emar Misto

Navê Dayikê: Îslim

Navê Bav: Şêxo

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 21 Nîsan 2017

 

https://www.ypgrojava.org/upload/gallery/1495371516-GABAR_SERKANIY.jpg

 

Nasnav: Gabar Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Îbrahîm Musa

Navê Dayikê: Cemîle

Navê Bav: Faysel

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 18 Gulan 2017"