Aliyev û Pezeşkiyan li Bakûyê hatin ba hev
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li Bakûyê hatin ba hev.
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li Bakûyê hatin ba hev.
Hevdîtina Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di nava gengeşiyên ku bi salane didomin de pêk hat.
Serokomariya Azerbaycanê di daxuyaniya li ser malpera xwe ya înternetê weşand de wiha got: "Civîn bi awayekî sînordar dest pê kir." Nivîsgeha Îlham Aliyev jî wêneyên her du serokomaran parve kir.
Balkêşe ku hevdîtin du roj piştî teqîna mezin a li Bender Abbasê ya Îranê ku bi kêmî ve 46 kes jiyana xwe ji dest dan, pêk hat.
Îlham Aliyev roja Yekşemê berî hevdîtina bi Pezeşkiyan re anî ziman ku ji ber bûyerê “pir xemgîn e”.