Fransa banga ‘rawestandina komkujiyê’ li Îsraîlê kir
Berdevka Hikûmeta Fransayê Sophie Primas daxuyand ku Fransa bang li Îsraîlê kiriye ku “komkujiya îro li Xezeyê tê kirin rawestîne”.
Berdevka Hikûmeta Fransayê Sophie Primas daxuyand ku Fransa bang li Îsraîlê kiriye ku “komkujiya îro li Xezeyê tê kirin rawestîne”.
Berdevkê hikûmetê ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ky Fransa ji Îsraîl xwestiye ku "komkujiya li Xezeyê rawestîne”.
Berdevk banga “Berdana dîlên di destê Hamasê de, bêçekkirina Hamasa ku herêmê kontrol dike û nûkirina desthilata Fîlîstînê” kir.
Sophie Primas anî ziman ku Serokomar Emmanuel Macron van tiştan heta meha Hezîranê weke ”şert û mercên ji bo naskirina” dewleta Filistînî dibîne.
Serokomarê Fransayê wê meha Hezîranê li Neteweyên Yekbûyî bi Erebistana Siûdî re hevserokatiya konferanseke navneteweyî bike da ku çareseriya du dewletî ji bo Filistîn û Îsraîlê ji nû ve bide destpêkirin.
Berdevk destnîşan kir ku ev yek wê di aliyê naskirina dewleta Filistînê û hin welatên Ereb-Misilman ên cîhanê Îsraîlê nas bike de rê li ber geşedanan veke.
Sophie Primas derbarê danûstandinên civîna Hezîranê de got: "Ez difikirim ku danûstandin bi rastî pêşde diçin. Dibe ku her roj em di vî alî de daxuyaniyê nadin lê ev mijar pir hesas in.”