Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê daxuyaniyên Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Wezîrê Karê Derve yê Rûs Lavrov roja Sêşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Rêveberiya Xweser di warê diyalogê de ne ‘cîddî ye’
ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DIDOME
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:
“Ji destpêka êrişa Tirkiyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve di 9`ê Cotmehê de heta niha, dewleta Tirk li gorî hewldan û tedbîrên ku li ser hatine lihevkirin, bi taybet jî yên girêdayî agirbestê ku cîgirê serokê Amerîkayê di 17`ê Cotmehê de li Tirkiyê ragihandiye, her wiha peymana Soçiyê ku serokên Tirkiye û Rûsyayê piştî wê bi çend rojan li hev kir, tevnegeriyaye.
Bi bihaneya agirbestê û qaşo herêma ewle, êrişeke bêserûber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle ku di nav de Til Temir, Eyn Îsa û Rêya M4 hene, tê kirin. Di encama van êrişan de 350 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûn, her wiha bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn û demografiya herêmê hat guhertin.
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh sêşemê 26`ê Mijdarê li Moskovê, dubare ragihand ku Rêveberiya Xweser di diyalogê de "ne cidî ye."
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi diyalogan kiriye û hêj kar û xebata di çarçoveya diyalogan de berdewam e, di gel ku QSD`ê pabendî hevpeymana agirbestê bû û ji herêmên li ser sînor vekişiya. Di heman demê de Rêveberiya Xweser û QSD`ê der barê hin xalên hevpeymana Soçiyê de ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirin li sere çêbû, li ser vî esasî Rûsyayê hevpeyman erê kir û bi vê yekê bi Şamê re kete nava diyalogan û hêzên artêşa Sûriyê li seranserê sînor hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser li Sûriyê kar û xebatan dide meşandin. Di heman demê de dewriyeyên polîsên Rûsya û Tirkiyê bi serpereştiya polîsên leşkerî yên Rûsyayê hate erêkirin. Her wiha me her teqezî li ser çareserî û diyaloga nîştimanî ya Sûriyê dikir.
Lê belê tişta ku diyar dibe, divê rola Rûsyayê zêdetir çalak be, ji ber ku bi rastiya lihevkirinê re ne guncav e. Li ser vî esasî em Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina diyalogên li gel Şamê, me hemû tedbîr girtin û heta niha ji vî tiştî re amade ne.
Diyaloga bi Şamê re piştî me gavek erênî avêt, girîng e. Lê aliyê din heta niha xwe zelal nekiriye, ev jî nîşan e ku diyalogên siyasî naxwazin, lewma em dibêjin divê rola Rûsyayê ya garantor hîna çalaktir be.
Em pabendê aramiyê ne û dixwazin êrîşa Tirkiyeyê raweste. Em îro jî amade ne, em li tu lihevhatinan nezivirîne, me her diyalogeke vekirî û eşkere xwestiye, helwesta me der barê diyalogê de diyar e û nehatiye guhertin. Tu têkiliya helwesta me bi hebûn û guherîna rewşa Emerîkayê tune ye.
Her wiha tiştên ku li hin herêman çêdibin, di çarçoveya parastina rewa de ye û Rûsya xweş dizane ku herêmên îro têne hedefgirtin derveyî lihevkirinên di navbera Rûsya-Tirkiyeyê de ne. Li ser vî esasî dibe komîteya lêpirsînê der barê kiryarên ku Tirkiyê li seranserê herêmên Sûriyê pêk tîne, hebin, lê belê daxuyaniyên ne li gorî helwest û tiştên li ser rûyê erdê, destekdayîna yekser a ji bo Enqere û çeteyên wê ye di berdewamkirina kiryarên xwe li dijî Sûriyê û gelê wê ye.”