Rêveberiya Xweser: Serhildana Qamişlo tovê bingehîn ê şoreşa me ye
Rêveberiya Xweser di salvegera Serhildana 12’ê Adarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Serhildana Qamişlo tovê bingehîn ê şoreşê ye.
Rêveberiya Xweser di salvegera Serhildana 12’ê Adarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Serhildana Qamişlo tovê bingehîn ê şoreşê ye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“12'ê Adarê salvegera 18'emîn a Serhildana Qamişloyê ye ku di sala 2004'an de hate lidarxistin. Ev serhildan di dîroka nûjen a Sûriyeyê de xeleke veguhertinê ya girîng bû, rejîma Baas bi rêya wê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereb de derxîne. Bûyerên wê demê ku di maça futbolê ya di navbera tîmên Fitiwê û Cîhad de rû dabûn hatibû plankirin, di encama tundî û serdegirtina bêserûger de bi dehan Kurd şehîd bû û gelek jê jî birîndar bûbûn.
Komkujiya li Qamişlo bi destê kesên ku ji salan ve demokrasiyê li Sûriyeyê qedexe dikin, hatibû kirin. Mîna her car hikumeta Şamê bi zihniyeta dewleta şovenîst nêzî serhildêrên 12’ê Adarê bû ku her tim hewl dide dijminahî û cudabûnê di navbera gelan de derxîne. Ev hikumet xwe dispêre fikirê pergala yekalî ku li dijî demokrasiyê ye û xwest rê li pêşiya pêkanîna yekitiyê di navbera gelan de bigire, ji ber ku cewhera wê li ser siyaseta parçebûnê ava bûye.
Ev rêgez bi derketina tevgerên tundrew mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra û gelek komên din ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, berpirsên encamên ku niha li ser qada Sûriyeyê derketine û li pêşiya çareseriyê astengiyan çêdikin.
Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêre sîstemeke demokratîk a ku fikrê hemû gelan kom dike û wan dike yeke ava bûye. Vê şoreşê yekitiyeke civakî ava kir ku niha li hember hemû dijberên hêviyên azad ên gelên herêmê ne, li ber xwe dide.
Qurbaniyên komkujiya 2004’an pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha neteweya demokratîk ava kir û îro bi hev re rêveberiyeke demokratîk ava kirin. Ev proje bersiva herî guncew a komkujiya Qamişlo û hemû hewldanên têkbirina vîna civakan û hewldanên derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên cihereng de ye. Modela rêveberiya xweser modelek guncaw li Rojhilata Navîn e dikare di çarçoveya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînordar nemîne, lê li gelemperiya herêmê were pêkanîn. Ji ber gaveke dîrokî ye ber bi zindîkirina têkiliyên resen ên di navbera gelan de ye ku dewleta navendî û ya neteweperast ji hev xisitibûn. Her wiha ev model misogeriya serxistina projeya neteweya demokratîk e ku biratiya gelan, pirengî û avakirina civakeke bi exlaq û polîtîk esas digire.Ev proje wê Sûriyeyê bi rêve bibe da ku ji şoreşa demokratîk a li herêmê re bibe pêşeng da ku ev herêm careke din bibin navenda şaristaniya demokratîk.
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna aştî û istiqrarê li tevahî Sûriyeyê dixebitin. Îsrara me ya li ser çareseriya demokratîk, diyalog û têkoşîna li dijî terorê da ku rê li ber parçebûna Sûriyeyê bigirin û yekitiya gelên wê ava bikin da karibin Sûriyeyê li hemberî her cure êriş xurt bike. Ji vî bingehî em bang li rêveberiya dewleta Sûriyeyê û raya giştî ya demokratîk dikin ku ji bo pêkanîna guhertina niştimanî ya demokratîk û avakirina sîstemeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî bixebitin.
Bi vê boneyê, em hemû şehîdên Serhildana Qamişlo bi rêzdarî û hurmetî bi bîr tînin. Serhildana Qamişlo tovê bingehîn ê şoreşa me ye. Em soz didin şehîdên xwe û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em ê xeta şehîdên 12’ê Adarê û rêgezên şoreşa 19’ê Tîrmehê bidomînin da ku Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî were avakirin. Em soz dikin ku em ji bo pêkanîna ewlehiya herêmê, têkbirina terorê, rizgarkirina Efrîn û herêmên din ên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bixebitin."