Rêveberiya Xweser qedexe heta 5’ê Hezîranê dirêj kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsa Koronayê de sînordarkirina qedexeya derketina derve heta 5’ê Hezîranê dirêj kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û têde dirêjkirina dema qedexeya derketina derve ya qismî heta 5`ê Hezîranê dirêj kir. Her wiha dema qedexeyê ya rojane, jî ji saet 7:00`an êvarê heta 6:00`an sibeha roja din diyar kir.

Rêveberiyên destûr da vekirina tevahiya dikan û pîşeyan, tevî veguhestina di navbera bajar û rêveberiyan de. Rêveberiya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku karker û karmendên tevahiya saziyan wê bi awayekî fermî ji sibe ve roja Çarşemê 27`ê Gulana 2020`an dest bi kar bikin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku tevahiya deriyên sînor wê heta derxistina biryarekê girêdayî wê girtî bimînin. Ji bilî deriyên Tayha û Tebqa ew ê ji bo rewşên mirovî vekirî bimînin.