Rêveberiya Xweser kuştina Elûş şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê kuştina Hevserokê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş şermezar kir.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê têkildarî kuştina Hevserokê Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ev êrîş li dijî tevahiya gelê herêmê ye.

Rêveberiya Xweser derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

ʺEm kuştina Hevserokê Komîteya Têkîliyên Giştî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş bi tundî şermezar dikin. Ev kiryar ne tenê kesayeta Elûş, lê li dijî tevahî gelê herêmê ye.

Bi qasî kesayetên welatparêz ji bo azadî û rûmeta gelê xwe têdikoşin, ewlehiya û aramiya herêmê tê hedefkirine. Bi dubarebûna sînaryoyên bi vî rengî ku bi destê ajanên dewleta Tirk têne kirin, banga me ji civaka navneteweyî re heye ku li hember van siyastên dewleta Tirk rawestînin û pişgiriyê bidin gelê Sûriyê. Her wiha bi lezgîn bikevin nava tevgerê û sivîlên Sûriyê biparêzin.ʺ