Rêveberiya Xweser îdiayên ‘hevdîtina siyasî’ ya bi Şamê re derewand
Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kemal Akîf îdiayên derbarê hevdîtina bi hikûmeta Şamê derewand.
Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kemal Akîf îdiayên derbarê hevdîtina bi hikûmeta Şamê derewand.
Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akîf têkildarî îdiayên di derbarê hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de wiha got:
“Di demên dawî de hin aliyan daxuyand ku hevdîtin di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û hikûmeta Şamê de çêbûne û hinek ji wan behsa hevdîtin, şert û nuqteyên bi nakok kir. Hemwextî wê em dibêjin ku li gorî rêgezên diyalogên nîştimanî em tev digerin ku lihevkirin û îstiqrareke sûrî-sûrî mîsoger bibe. Di heman demê de em dibêjin tu hevdîtinên siyasî di navbera me û Şamê de çênebûne. Li Kobanê û Minbicê di çarçoveya peymana parastina sînor a 2019’an de peyman di navbera QSD’ê û artêşa Sûriyê de hene. Hemû îdiayên derveyî çarçoveya fermî ya Rêveberiya Xweser û MSD’ê, derew in.”