Rêveberiya Xweser: Divê li ser sûcên li Efrînê were sekinandin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Efrînê sûcên şer ên li ser jinan şermezar kir û xwest ku bila derbarê dewleta Tirk û çeteyên wê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê sûcên şer ên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Piştî ku zêdetirî du salan li ser dagikirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re derbas bû, lê milîsên terorîst ku destekê ji rejîma Tirkiyê digirin, sûcên herî qirêj li dijî sivîl, mal û milkên wan pêk tînin. Her wiha civaka navneteweyî di vê der barê de bêdeng e û xwe teslîmê kiriyarên rejîma Tirk ku her tim kaxeza terorîst û penaberan bikar tîne, da ku sûcên çeteyên li Sûriye û Lîbyayê veşêre.

Bi sedan binpêkirin û kiryarên derexlaqî li Efrînê pêk tên ji "Koçberkirin, kuştin, revandin, rûxandina malan, rûxandina cihên pîroz, darvekirinên meydanî, şewitandin û hwd." Îro jî kiryar û binpêkirineke din li dijî jinan lê tê zêdekirin. Kiryar li dijî her 8 jinên ku li gel Firqet Hemzat li Efrînê girtî ne pêk hatin. Kiryarên bi vî awayî hovîtî û derexlaqiya komên çete diyar dikin.

Kiryarên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî rû didin yên der barê serbestberdana jinên girtî bi ‎destê çeteyên Hemzat de li hember fîdyeyan, kiryarên xetertirîn in.‎

‎Em bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jinan ên li ‎tevahî cîhanê, hemû saziyên NY`yê, navneteweyî, Rûsya û DYA`yê dikin ku bi erka xwe ‎rabin. Her wiha kiryarên Firqet Hemzat û komên girêdayî dewleta Tirk ku serkêşiya wan ‎dike şermezar bikin û helwestên cidî nîşan bidin, di heman demê de divê li dijî van ‎binpêkirinan lêpirsîneke navneteweyî vebe û hesab ji sûcdaran were xwestin.

Kiryarên li Efrînê tên kirin îsbata binpêkirina mafên mirovan û pîvanên navneteweyî ne, ‎tevahî cîhan deyndarê qehremaniya jinên Efrîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.”