BI DÎMEN

'Em ê bi berxwedanê hemû planên dewleta Tirk têk bibin'

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê der barê bombebarankirina wesayîta welatiyan li Kobanê de daxuyaniyek da û got: "Em ê bi berxwedanê hemû planên dewleta Tirk têk bibin."

Dewleta Tirk a dagirker li gorî saetên herêmê di saet 17.30ˊan bi balafireke bêmirov wesayîteke welatiyan bombebaran kir. Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê der barê bombebarankirin wesayîta welatiyan de daxuyaniyek da. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan êrîş dike û careke din gelê Kurd hedef girt. Mîna li Wanê destkeftiyên gelê Kurd di hilbijartinan de hedef digire, li Kobanê wesayîtek welatiyan bombebaran kir. Em êrîş bi tundî şermezar dikin û dibêjin, dewleta Tirk a dagirker nagihêje armancên xwe. Em ê timî têkoşînê li hemberî dewleta Tirk a faşîst xurt bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li raya giştî kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker helwestekê nîşan bidin û berpirsiyariya xwe pêk bîne, ji ber ku dewleta Tirk gelek caran binesazî û saziyên xizmetguzariyê hedef girtin.