Rêdûr Xelîl: Efrîn dewama komkujiya Helebçeyê ye

Berpirsê Buroya Têkîliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl ragihand ku Efrîn bi destê kujerê serdemê Erdogan bu Helebceya 2018’an. Xelîl got ku komkujiya Efrînê dewama Helebçeyê ye.

Di 30’emîn salvegera komkujiya Helebçe ya 16’ê Adara 1988’an, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê ya ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn dike hedef û her roj komkujiyên sivîlan pêk tîne. Têkildarî mijarê Berpirsê Buroya Têkîliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl ji malpera PYD’ê re axivî.

‘EFRÎN BÛ HELEBCEYA 2018’AN’

Xelîl diyarkir ku komkujiya Helebce di dema Sedam de pêk hat û di sala 2018’an de jî komkujiyên li Efrînê di dema Erdogan te pêk tê û wiha got; “Efrîn bi destê kujerê serdemê Erdogan, bûye Helebçeya 2018ʹan. Îro artêşa Tirk a dagirker bi topbarana hovane ya li ser navenda bajarê Efrînê, komkujiyek li taxa Mehmûdiyê pêk anî. Di encamê d 21 sivîl şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek sivîl jî di bin kavilan de ne.ʺ

Berpirsê têkîliyên QSDʹê Rêdûr Xelîl da zanîn ku Erdoganê faşîst di serdema 21ʹê de nameyekê dide gelê Kurd û hemû gelên aştîxwaz ku çarenûsa  wan kuştin û koçberkirine. Xelîl wiha domand, ʺHişmendiya Osmanî ya gelên aştîxwaz di komkujiyan re derbas dike, jiyana hevbeş û pireng qebûl nake. Dijmin bi pêkanîna komkujiya Helebceyê nikarbû gelê Kurd bêdeng bike, azadî û aştiyê bêdeng bike.

Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha axivî, ʺFaşîzma Tirk û cîhadîstên wê li hember Berxwedana Serdemê ya gelê Efrînê, komkujiyên serdemê pêk tîne.ʺ