Rapora talanê ya Serêkaniyê û Girê Spî hate eşkerekirin

Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî talana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî eşkere kir, diyar kir ku depoyên genim û ceh ên li Girê Spî û Serêkaniyê hatine talankirin.

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhjilatê Sûriyê li pêşiya Navenda NY`yê ya bajarê Qamişlo protesto kirin. Bi dehan saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên Civaka Sivîl û endamên Desteya Aborî ya herêma Cizîrê beşdar bûn.

Xwepêşandêran wêneyên qurbaniyên êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pankartên bi nivîsên "Kel û pelên Tirkiyê boykot bikin" hilgirtin.Xwepêşandêran sloganên "Bijî berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên artêşa Tirk û na ji dagirkeriya Tirk re"berz kirin.

Daxuyanî bi zimanê Îngilîzî û zimanê Erebî hate xwendin.

Daxuyaniya Desteya Aborî wiha ye"Rêveberiya Xweser tevî zor û zehmetiyan bi armanca tevgerkirina qada aborî, çandiyê, pîşesazî û bazirganiyê pêdiviyên guncaw pêşkêş kir.

Genim û nanê me dizîn Desteya Aborî diyar kir, ku siyaseta xwe rêvebirinê ne bi dilê dewleta Tirk û çeteyên wê ne, ji ber vê yekê êrişî depoyên Girê Spî Serêkaniyê kirin û genim û navê gelên me dizîn, di heman demê de avahî û kargehên pîşesazî û bazirganiyê desteser kirin."

Piştî daxuyanî bi dawî bû, hevseroka Koperatîfan Nebîla Mihemed serjimariya zirerên aborî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama êrişên artêşa Tirk rû dane xwend.

Serjemaniya zirerên aborî wiha ye:  Ji 9 Cotmehê û heta 5 Mijdara 2019`an rûbera çandiniyê li Girê Spî nêzî 4, 750, 000 donim e û li Serêkaniyê nêzî 1, 440, 000 donim e.

Depoyên li herêmên ku hatine dagirkirin û hejmareyên di depoyan de ku hemû hatin dizîn, ev in:

1-      Depoya Dihlîz li Girê Spî, tê de 700 ton ji genim û 21 hezar ton ceh hebû.

2-      Depoya Sexîrat li Girê Spî ku lê 11 hezar û 700 ton ji genim lê hebû.

3-      Hejmara tofê dermankirî li Girê Spî 800 ton ji tof e.

4-      Deboya Aliya têde 15 hezar ton ji genim hebû.

5-      Depoyên El-Sefih têde 9 hezar ton ji genim.

6-      Depoyên Mebrûka lê hezar û 500 ton genim ku ji tof re hatibû amade kirin.

7-      Cehê li depoyên El-Sefih û Mebrûka 12 hezar ton ji ceh.

Hejmara giştî ya genim li depoyan li herêma Serêkaniyê û Girê Spî 42 hezar û 700 ton û 2 hezar û 300 ton ji tof e.

Hejmara giştî ya ceh li Serêkaniyê û Girê Spî 33 hezar ton e.

Pemboyê li Serêkaniyê di depoya El-Sefih hate dizîn 2 hezar û 600 ton e.

SEMAD

Semadê li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê hene, hemû ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê hatin dizîn, 3 hezar û 200 ton e.

SEWALDARÎ

Hejmara giştî ya sewaldariyê ku li herêma Serêkaniyê û Girê Spî hate dizîn 278 hezar û 370 hezar serî pez e.

Dikanên bazirganiyê û sîna ku li herêma Serêkaniyê û Girê Spî hatin dizîn nêzî 700 heta hezar dikan e, ew jî li ser 2 beşan hatiye dabeşkirin, 300 pîşesazî û 57 bazarê û yên din giştî ne. li Serêkaniyê jî hejmara dikanan hezar û 200 dikan e, li ser 500 pîşesazî û 500 bazirganî û yên din giştî ne.

FİRNE

Hejmara firneyên li Serêkaniyê, 12 firne, li Girê Spî 17 firne, ev firne rojan e nêzî 400 ton ji ard dikir nan. Hemû ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê hatin dizîn. Her wiha 131 kargeh hatin dizîn û talankirin.