Rapora Efrînê: Artêşa Tirk direvîne, qetil dike û avahiyên mêtîngeriyê ava dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava mehekê de 5 ji wan pîr û 4 ji wan jin 43 kes revandin. Dagirkerên ku avahiyên mêtîngeriyê jî ava kirin, di mehekê de herî kêm 5 kes kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî gel û xwezaya Efrînê didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê û çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tîrmeha de li kantona Efrînê ya dagirkirî  5 ji wan pîr, 4 jin bi giştî 43 kes revandin.

NAVÊN KESÊN HATINE REVANDIN

Li navçeya Cindirêsê û gundên wê, MÎT’a Tirk û çeteyên "polîsên leşkerî", "Sultan Murad" û "ewlehiya siyasî" 9 sivîl revandin.

Navên kesên hatine revandin jî ev in: Remzî Şêx Mihemed Mehmûd (32), Ebdulnîzar Xelîl (24), Mihemed Ciwan Mihemed (28), Ebdurehman Omer Hesen, Mihemed Hesen (27), Mehmûd Elî Hesen (30), Firzet Mihemed Mehmûd (28), Ebdo Mehmûd Derwîş (31), Mihemed Xelîl Riyad (26).

Li navenda bajarê Efrîn, navçeyên Raco û Şêra her wiha gundên wan jî MÎT`a Tirk û çeteyên "Cebhet El-Şamiyê" û "polîsên leşkerî û sivîl" 17 welatî revandin, ji wan 4 kesên temenmezin in.

Navên kesên hatine revandin jî ev in: Mistefa Kemal Mihemed, Rifet Ehmed Zenkî, Xelîl Hekîm, Elî Şêx Ehmed (65), Horîk Dawûd (69), Muslim Mihemed Elo, Mistefa Murad Zîbar (65), Osman Henan (70), Hemûd Mistefa (38), Fewzî Murad, Ebdulhadî El-Omer, Basil Mihemed Nasir (30), Mihemed Emîn, Mistefa Selîm Hisên (38), Menan Selîm Hisên (52), Hisên Hedik û Mistefa Mihemed (28).

Li navçeyên Şêrawa û Mabata û gundên wê jî MÎT`a Tirk û çeteyên "Polîsên leşkerî", "Ehrar El-Şam", "Hemzat" û "Mihemed Fatih" 17 welatî revandin, ji wan 4 jin in.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mesûd Izedîn Birîmo (53), Seydo Reşad Elî (37), Henan Omer Misto (35), Hadî Ednan Misto (34), Mihemed Hemîd Nasir (58), Hisên Ebûd Hemo (45), Ehmed Ebdo (30), Adil Bêrem (55), Ehmed Birîmko (60), Emîn Elî, Cemîl Murad Mihemed (55), Mistefa Ferîd Cemal (20), Midhet Murad Mihemed (63). Navên jinan jî; Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd, Henîfe Îbrahîm û Esûm Mihemed Elîko.

MEHA BORÎ 5 KES HATIN QETILKIRIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku di meha derbasbûyî de 5 kes hatin qetilkirin, ji wan 3 jin bûn.

Di 5`ê Tîrmeha derbasbûyî de cenazeyê welatiyê bi navê Ebdurehman Îso (50) ku ji gundê Meratê yê navenda kantona Efrînê ye di bîreke nêzî gund de kuştî hate dîtin.

Di 9`ê Tîrmehê de cenazeyê welatiya bi navê Cîhan Omer Berakat (23) di mala wê de ya li gundê Çuban ê navçeya Racoyê kuştî hat dîtin. Li gorî agahiyan, hat îdîa kirin ku Cîhan xwe kuştiye û dayîka zarokekî ye.

Dîsa di 11’ê Tîrmehê de cenazeyê keça 17 salî ya welatiyê bi navê Mihemed Dîb kuştî hate dîtin. Li gorî agahiyan di raporê de hat îdiakirin ku jina ciwan xwe bi dar ve kiriye û hat dîtin ku li gelek cihên bedena wê birîn û şopên lêdanê hene.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku çeteyekî girêdayî artêşa Tirk hevjîna xwe li gundê Şêx Bilo yê herêma Raco kuşt.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker meha borî li seranserî gundên li Kantona Efrînê dîwar ava kiriye. Herwiha li navçeyên Raco, Şêra, Şiyê û Cindirêsê 3 hezar û 300 darên zeytûnan hatin birîn.

AVAHIYÊN MÊTÎNGERIYÊ

Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Sîdankê yê navçeya Cindirêsê li ser zeviyên koçberan avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, ji meha borî ve nêzî 40 avahiyên mêtîngerî hatine avakirin.

Avahiyên mêtingeriyê li ser 4 hektaran li herêma di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yê rojhilatê Cindirêsê tê lêkirin. Ev zevî jî yên zarokên Mecîd û Murad Menan ên ji gundê Şêxutka ne.

Serçeteyê "Tevgera Nûredîn Zengî" yê bi navê "Ebdo Zemzem" projê îdare dike ku destekê ji rêxistinên qeterî-kuwêtî werdigire. Navê rêxistinê Rêxistina Îslamî ye ku navenda wê ya veşartî li malekê li ser rêya gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê ye.