Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas beriya demekê daxuyaniyek belav kiribû û tê de idîa kiribû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 3 rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtine.
QSD'ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî ya twitterê bi zimanê Îngilîzî belav kir û tê de diyar kir ku ev idîa ne rast e û wiha dewam kir: "Mijarên bi vî awayî yên girtinê berpirsyariya saziyên dadê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e."
Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:
"Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor di daxuyaniyeke xwe de ku di 8'ê Adarê de li ser malpera xwe weşandibû got: QSD'ê 3 rojnamevan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine.
Em weke hêzeke leşkerî tekez dikin ku QSD'ê ne berpirsê ferzkirina qanûnan e û bikaranîna qanûnan li dijî kesan ne karê me ye.
Karê qanûnên di derbarê kesan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyariya saziyên dadê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî Rêveberiya Xweser in. Tu têkiliyên hêzên me bi dozên girtinê yên ku Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor idîa kiriye tune ye."