QSD: Endamê Desteya Dîsîplîna Leşkerî Rûxaz Amûdê şehîd bû

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku yek ji çar kesên li Qamişloyê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, endamê Desteya Dîsîplîna Leşkerî Rûxaz Amûdê ye.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê li ser êrîşa roja Şemiyê daxuyaniyek da ku di encamê de 2 jê zarok 4 kes şehîd bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker pêkanîna komkujiyan li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pey hev didomîne, gund û bajarên bi sivîlan dagirtirî dike hedef û bi wê yekê qanûnên navneteweyî û serdestiya dewleteke endama Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike. Dagirkeriya Tirk bi rêya topbaranê û balafirên bêmirov ên biçek dijminahiya xwe didomîne û kesên sivîl, avahiyên sivîlan, dikan, seyare û mezreyan û her tiştê bi tevger û bêtevger li herêmên me dike hedef.

Duh (6`ê Tebaxê) êvarê, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li taxa Sîna ya bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de endamê Saziya Dîspilîna Leşkerî 'Rûxaz Amûdê' tevî 3 sivîlên din ku 2 ji wan zarok in, şehîd bû û hin kesên din birîndar bûn.

Hevrêyê me 'Rûxaz' nimûneya şervanê bi dîspilîn ê li gorî qanûn û perspektîfên leşkerî tevdigere bû. Ruhê hevaliyê li hemû kesên pê re kar dikirin, belav dikir û cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de girt. Wî di mercên herî dijwar de jî bi dilsozî kar kir.

Ev êrişa hov û êrişên din ên di çarçoveya hedefgirtinên sîstematîk de, ji ber wê yekê ne ku dewletên garantorên agirbestê çavê xwe li hedefgirtina herêmên me digirin. Di radeya yekemîn de, Rûsya û Amerîka berpirsiyariya van êrişan radikin. Ew dikarin rê li sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê me bigirin. Erka raya giştî ya cîhanê ye jî ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike û sînorekî ji binpêkirinên wê re deyne. Her wiha divê vê dozê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY`yê bike da ku li gorî bendê 7`an biryarek bê derxistin ku dewleta Tirk a dagirker neçarî vekişîna ji xaka Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya xwe bike.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd 'Rûxaz Amûdê' û hemû malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin, em şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em soz didin ku em ê xwîna wan li erdê nehêlin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Rûxaz Amûdê
Nav û Paşnav: Mezlûm Seededîn Esed
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Seededîn
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Amûdê- 1989
Cih û dîroka şehadetê: Taxa Sîna-Qamişlo- 6`ê Tebaxa 2022'an."