QSD’ê nasnameya 11 şehîdên Berxwedana Serdemê eşekere kir

QSD’ê nasnameya 11 şervanên QSD’ê û YPJ’ê yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn eşere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 11 şervanên QSD û YPJ’ê yên ku li cih û demên cuda di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bibûn eşere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

 “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêma Efrînê li gel bêdngiya navdewletî de didomîne. Rojane artêş Tirk a dagirker û çeteyên wê komkojyan li ser sivîlan pêk tîne, malên sivîlan dihilweşîne. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cûreyên çekên giran di êrîşên xwe de bikar tîne û ti ferq û cûdahî naxe di navbera sivîl û şervanan de.

Bi êrîşên dagirkeran re hêz û berxwedana şervanan me zêde bide û efsaneyên lehengî bi tîpên zêrîn dineqişînin û ji bo parastina ax û gelê xwe canê xwe feda dikin.

Em weke hêzên QSD`ê nasnameya 11 şervanên ku di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li ser herêma Efrînê eşkere dikin.

Bi navê QSD`ê em sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin û me soz didin ku em ê heta dawiyê li ser rêya wan bimeşin û em ê heta dilopa xwîan xwe ya dawiyê parastina axa welatê xwe bikin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya şervanên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Stêrk Efrîn

Nav û Paşnav: Fula Hebeş

Navê Dayikê: Emîna

Navê Bav: Welîd

Cihê Jidayikbûnê: Bilbilê

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Efrîn – gundê Qîbar 5/Adarê/2018

***

Nasnav: Welat Xwînda

Nav û Paşnav: Abdulhemîd Cewher

Navê Dayikê: Fikret Hemo

Navê Bav: Yûsif

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Mabata – gundê Şewriya 12/Adarê/2018

***

Nav û Paşnav: Riyad Cafer

Navê Dayikê: Sewê

Navê Bav: Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Raco

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Efrîn 11/Adarê/2018

***

Nav û Paşnav: Musefa Xelîl

Navê Dayikê: Zeyneb

Navê Bav: Menan

Cihê Jidayikbûnê: Şiyê

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Cindirêsê 8/Adarê/2018

***

Nasnav: Jin Zagros

Nav û Paşnav: Heyat Abdullah

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Ednan

Cihê Jidayikbûnê: Qermîtlik

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Cindirêsê 8/Adarê/2018

***

Nasnav: Îdan

Nav û Paşnav: Receb Kur Hemdo

Navê Dayikê: Ayişe

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Ehres

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Mabata – gundê Qentera 12/Adarê/2018

***

Nasnav: Ebû Leyla

Nav û Paşnav: Mihemed Hesanî

Navê Dayikê: Seyda

Navê Bav: Cemal

Cihê Jidayikbûnê: Lubnan

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Mabata – gundê Bermecîk 11/Adarê/2018

***

Nav û Paşnav: Abdulqadir Şabo

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Cûma

Cihê Jidayikbûnê: Qebasîn

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Mabata – gundê Reca 10/Adarê/2018

***

Nasnav: Cewad

Nav û Paşnav: Zekeriya Şûbek

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Kefer Naya

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Mabata – gundê Reca 10/Adarê/2018

***

Nasnav: Berçem Şiyar

Nav û Paşnav: Leman Elî

Navê Dayikê: Hemîda

Navê Bav: Şêx

Cihê Jidayikbûnê: Şêrawa

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Efrîn – gundê Qîbar 5/Adarê/2018

***

Nav û Paşnav: Basil Eyşe

Navê Dayikê: Sûmeya

Navê Bav: Mihemed

Cihê Jidayikbûnê: Maresta El-Xan

Cih û Dîroka şehîdbûnê: Mabata – gundê Reca 10/Adarê/2018