QSD’ê li Reqayê serçeteyekî DAÎŞ’ê girt
QSD’ê li Reqayê operasyon lidar xist û serçeteyekî DAÎŞ’ê girt.
QSD’ê li Reqayê operasyon lidar xist û serçeteyekî DAÎŞ’ê girt.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand di 14′ê Kanûnê de bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî operasyonek lidar xistine û serçeteyekî DAÎŞ′ê girtiye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serçeteyê hatiye girtin, bi navê Ebdulbasilt El Hecî ye û yek ji plangerên êrîşan e.
Hate ragihandin ku li gel serçete hejmareke telefonên destan û belge jî hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, QSD′ê çalakiyên xwe yên ewlehiyê li dijî baregeh û şaneyên çeteyên DAÎŞ′ê zêde kirine û di encamê de bi dehan çete girtine.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me dê çalakiyên xwe li dijî rêxistina terorîst dewam bike ta xetereya wan bi temamî were rakirin û jêderên wan werin zuhakirin."