QSD'ê li dijî sîxur û nokeran dest bi operasyoneke mezin kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî tevna sîxur û nokeran ku rola wan di şehîdxistina fermandar û şervanên pêşeng de heye, dest bi 'Operasyona Sond' kir.

QSD'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser planên dewleta Tirk ên sîxurkirinê û işaret bi tevna sîxur û nokeran kir ku rola wan di şehîdxistina şervan û fermandaran de heye.

QSD'ê ragihand ku li dijî sîxur û nokeran dest bi "Operasyona Sond" kiriye û li gelek herêman 36 sîxur girtine.

Daxuyaniya QSD'ê ya têkildarî mijarê wisa ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe dixwaze aramî û ewlehiya herêmên Sûrî bi giştî û bi taybet jî Bakur û Rojhilatê Sûrî têk bibe. Armanca xwe ew e ku bêistiqrarî û kaosê çêbike, bi vî awayî jî zemîn û şertên dagirkeriyê ava bike.

Ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne, gelek rêbazan bi kar tîne. Yek ji van rêbazan alîkariya eşkere û ya veşartî ji bo DAIŞ’ê ye. Herêmên dagirkirî yên di bin serweriya Dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, ji bo DAIŞ’ê bûye herêmên herî bi ewle ku xwe têde rêxistin bike, perwerde bike û êrîşî herêmên me bike. Kuştina herdû xelîfeyên DAIŞ’ê û gelek emîrên wê yên payebilind li herêmên dagirkirî îspata herî mezin a vê yekê ye. Heger ku herêmên dagirkirî ji bo xwe herêmên herî bi ewle nedîtiba, wê xwe li van herêman bi cîh nekiribana û wê ev der nekiribana biryargehên xwe.

Lê belê ji bilî destekdayîn û amadekirina DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker bi xwe jî yekser bi riya saziyên xwe yên îstixbaratê ji bo avakirina bê istiqrarî û aloziyan di nava liv û tevgerê de ne. Artêşa Tirk a dagirker û saziyên wê yên ewlekariyê di herêma me de xebateke berfireh a çêkirina sîxur û ajanan ava dikin. Ji bo vê xebatê bûdçeyeke mezin cûda kirine. Bi pêşxistina van xebatên sîxurtî û ajantiyê dixwazin ji hêlekê ve yekîtî û baweriya di nava civaka me de xirab bikin. Bê bawerî û gumanê çêbikin û wan ji nirxên herî pîroz ên civakî dûr bixin. Ji hêla din ve bi van rêbazên qirêj ên sîxurtiyê dixwazin fermandar û şervanên QSD, hêzên ewlekariyê, her wiha kesayetên ku di Rêveberiya Xweser de cîh digrin bixin hedef. Li ser vê bingehê heya niha bûne sebebê şehadeta gelek heval û şexsiyetên welatparêz û civakî yên nas kirî.

Li hember vê siyaseta dijminahî û qirêj a Dewleta Tirk ev demeke QSD tevî alîkariya saziyên Ewlekariyê xebateke berfireh dimeşîne. Ev xebat bi sebir, bi awayekî veşartî û bi asteke profesyonel tê meşandin. Di encama vê xebata lêpirsîn û şopandinê de gelek şaneyên ajan û sîxuran hatin tespîtkirin, bi îspat û belge sûcê wan hate belgekirin. Wek Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya vê xebatê de me “Operasyona Sond ê” dest pê kir. Ji ber dema ku hevalên me, fermandarên me yên hêja Rênas Roj, Sosin Bîrhat û Egîd Girkê Legê şehîd ketin, me soz dabû ku emê hesab ji faîlên wan bixwazin û van hemû êrîşan derbixin holê. Li ser vê bingehê me “Operasyona Sond” destpê kir. Ji bajarên Qamişlo, Til Temir, Hesekê, Şeddadê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Til Temir û Kobanê 36 kesên ku di van şaneyên sîxurtiyê de cîh digrin hatin binçav kirin. Qismekî mezin ji vana ji ber ku belge û îspat di destê me de hebûn, di dema lêpirsînê de neçar man ku li sûcên xwe mikur werin. Qismekî hindik ji vana jî lêpirsîna wan berdewam dike. Van şaneyên sîxur û ajanan zirareke gelek mezin dane xelkê heremê û bûne sebebê şehadeta gelek însanên me. Destê vana di êrîşa hewayî ya li bajarê Til Temirê ku di dîroka 19 Tebaxa 2021’an de pêk hatî hebû û bûn sedema şehadeta rêheval Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Rênas Roj û hevalên wan. Ango bi giştî bûne sedema şehadeta 6 hevalan. Her wiha sîxurên ku destê wan di şehadeta rêheval Dilar Heleb û 2 hevalên wê ku di dîroka 20 Nîsana 2022’an de li bajarê Kobanê şehîd bûne û ajanên ku di dîroka 20’ê Cotmeha 2021’an de bûne sedema şehadeta heval Hecî û rêhevalên wî jî di destê me de ne.

Di heman demê de ajanê ku li Herêma Dêrazorê, di dîrokên cuda de bûye sedema şehadeta 11 şervanên QSD’ê. Her wekî din gelek sîxurên ku agahî, vîdeo, wêne û kordînat ji Dewleta Tirk a dagirker re şandine bi riya çalakiyên cur be cur ve hatin girtin niha di destê me de ne.

Ev şaneyên sîxuran ên ku hatine girtin û lêpirsîna wan bi dawî bûye, sewqî saziyên edaletê hatine kirin. Qismê din jî lêpirsîna wan berdewam dike. Her wiha kesên xayîn ku van şebekeyên sîxuran tanzîm kirine û bi rêve birine piraniya wan li Herêmên Dagirkirî dimînin. Ango li cihên weke Serêkaniyê, Efrîn, Cerablûs û Bab, Ezaz û li bajarên weke Mêrdîn, Riha û Dîlokê dimînin. Di vê pêvajoya operasyona Sondê de hinek ji van kesên ku şebeka sîxurtiyê rêxistin dikin û bi rêve dibin, hatin ceza kirin.

Weke QSD me sond dabû şehîdên xwe ku em ê kiryar ango faîlên wan deşîfre bikin û ji berpirsiyaran hesab bixwazin. Me ew sond pêk anî û xebata me, tekoşîna me ya li dijî rêbazên qirêj û gemar ên Dewleta Tirk wê hîn xurtir berdewam bike. Çi kesê ku îxanet li erd, welat, gel û civaka xwe bike, ji Dagirkeriya Tirk re sîxurtî bike, nêzîk an jî dûr wê hesab jê were xwestin. Wê cezayê ku heq kiriye bixwe.

Bi vê wesîleyê banga me ji hemû gelê me, bi taybet ji gelê me yê herêma Bakur-Rojhilatê Sûrî re ew e ku li hember van xebatên şerê taybet ên Dewleta Tirk û xebatên rêxistin kirina sîxurtiyê hişyar bin, bi saziyên me yên ewlekariyê re alîkar bin. Ji bo ku em aramî û ewlehiya herêmên xwe biparêzin, her hemwelatiyekî/e vê herêmê divê xwe berpirsiyarê vê yekê bibîne û erka xwe ya welatparêzî û civakî pêk bîne. Daxwaz û hêviya me ji gelê me ev e; bila gelê me heya dawiyê bi QSD bawer be û alîkar be. Bi vî awayî em ê bikaribin hewldanên dijmin ên dagirkerî û avakirina bê istiqrariyê bê encam bihêlin û herêma xwe bi awayekî xurt biparêzin."