Şervanên QSD’ê li Dêra Zorê li dijî şaneyek DAÎŞ’ê operasyonek pêk anî

​​​​​​​Li Dêra Zorê Yekîneyên Taybet ên girêdayî QSD’ê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê yên razayî operasyonek pêk anî û komek çete girtin.

Hêzê Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê fermî yê Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku li Dêra zorê li dijî şaneyên razayî yên DAÎŞ’ê operasyonek lidar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de, yekîneyên me yên taybet û Hêzên Koalîsyona Navnetewî li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê çalakiyek li dijî şaneyên DAÎŞ‘ê pêk anîn. Di encamê de hejmarek endam û fermandarên şaneyên DÎŞ‘ê hatin girtin û çek û alavên wan hatin desteserkirin."